'Pirtûkeke temenê wê 1882 sal bû hat dizîn û firotin'

  • 09:03 13 Adar 2020
  • Rojane
Hesna Mihamed
 
ŞEHBA - Ji Rêveberiya Kargeriya Şûnwaran a Herêma Efrînê Esmehan Ehmed, derbarê kiryarên dewleta tirk ên derheqê şûnwarên Efrînê de axivî. Esmehanê diyar kir ku şûnwarên Efrînê tên talankirin û wiha got: “Dewleta tirk û komên çeteyên girêdayî wê ji bo dewlemendiya aboriya xwe dîrok û şûnwarên Efrînê didizin û difiroşin.”
 
Di 20’ê Çileyê 2018’an de dewleta tirk û hevkarên wê êrîşî Herêma Efrînê kirin. Dewleta tirk û komên girêdayî wê bûn sedema koçberkirin û kuştina bi hezaran mirovan. Her wiha êrîşî şûnwarên Efrînê jî kirin. Têkildarî mijarê ji Rêveberiya Kargeriya Şûnwaran a Herêma Efrînê, Esmehan Ehmed nirxandin kir. Esmahanê got:"Diziya şûnwaran tevgereke dijmirovî ye. Divê qadên navneteweyî yên ku dîrokê diparêzin li dijî vê yekê derkevin."
 
‘Dewleta tirk li Efrînê berhemên çandî û şûnwarên dîrokî dizî’
 
Esmehanê di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser êrîş û kiryarên dewleta tirk ên li ser Efrînê û wiha got: “Dewleta tirk û hevkarên wê di destpêka êrîşan de, cihên ku şûnwar û dîrok lê heye ji xwe re kir armanc. Ji bo tunekirina civakê ya ji kokê de û dîroka herêmê ji nava rûpelên dîrokê winda bibe, dewleta tirk kiryarên herî qirêj pêk anî. Erdogan û komên çeteyên wî li Efrînê gelek şûnwar,  berhemên çandî  û dizîn. Vê yekê bandoreke mezin li ser çanda Efrînê kir.”
 
‘Pirtûkeke temenê wê 1882 sal bû hat dizîn û firotin’
 
Esmehanê destnîşan kir ser belgeyên ku di destên wan de hene û isbata diziya şûnwara datîne ber çav û wiha pê de çû: “Gelek belge di destên me de hene ku dewleta tirk dîrok û şûnwarên Efrînê tune dike.  Hin belge li ser dizîna pirtûkên dîrokî yên Efrînê hene ku dewleta tirk van tiştên dîrokî derbasî tirkiyeyê dike û piştre ji bo berjewendiyên xwe difroşe dewletên din. Li ser pirtûkê gelek neqşeyên stêrk û nivîsa bi zimanê Yehûdî, her wiha wêneyên lawiran û tiştên dîrokî hene. Ev neqşe jî vedigere dîroka gelê Yahûdî. Temenê vê pirtûkê nêzî 1882 sale. Dewleta tirk û komên çeteyên girêdayî wê bi armanca dewlemendkirina aboriya xwe, ev pirtûk dizîn û firotin.”
 
‘Divê komîteyek hiqûqî derbasî Efrînê bibe’
 
Esmehanê bang li dewletên navneteweyî kir ku rê li ber diziya şûnwaran bigire û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Banga me ji dewletên navneteweyî û rêxistinên mafê mirovan heye ku bi erkên xwe rabin û li hember kiryarên dewleta tirk bisekinin. Divê komîteyek hiqûqî derbasî Efrînê bibin û kiryarên ku li wir diqewimin bi çavên xwe belge bikin û ji cîhanê re eşkere bikin.”