Xebata Tifaqa Kurdistanî: Mîtîngên Newroza îsal hatin betalkirin

  • 17:33 12 Adar 2020
  • Rojane
AMED - Partiyên siyasî û saziyên di nav Xebata Tifaqa Kurdistanî de cih digirin, ragihandin ku ji ber vîrusa koronayê (kovîd-19) mîtîngên Newroza îsal hatine betalkirin. 
 
Starta Newrozê ya ku ew ê îsal bi dirûşma "Ji bo azadî, ji bo yekitiyê demokrasî" bê pîrozkirin duh li Amedê hatibû dayîn. Lê îro Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Azadî, Komeleya Demokratîk û Şoreşger a Kurd (DDKD), Partiya Azadî û Mirovan (PIA), Partiya Komînist a Kurdistanê (KKP), hevberdevk û Hevserokên Partiya Demokratîk a Kurdistanê (KDP-Başûr), civîneke çapemeniyê li avahiya KCD'ê li dar xistin. Di civînê de hat diyar kirin ku ji ber vîrûsa korona mîtîngên Newroza îsal  hatin betalkirin.