Rêxistinên Ewlewiyan ji ber vîrusê navber dan îbadeta li cemxaneyê

  • 16:30 12 Adar 2020
  • Rojane
AMED - Rêxistinên Elewiyan, ji bo ku xwe ji vîrusa korenayê biparêzin heta dawiya meha adarê navber dan îbadeta xwe ya li cemxaneyê.
 
Rêxistinên Elewiyan, derbarê vîrusa korona (Covîd -19) de daxuyanî dan û di daxuyaniya xwe de aşkera kirin ku ewê heta dawiya meha Adarê navberê bidin îbadeta xwe ya cemê. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Ji ber şewba gerdûnî ku li gelek deverên cîhanê belav bûye û li Tirkiyeyê jî hatiye dîtin, baweriya me ya ku em mirovan dikin navendê, ji bo ku tu kes jê vê vîrusê bi bandor nebe heta dawiya meha Adarê me navber daye îbadeta xwe ya ku em li cemxaneyan pêk tînîn."