Li Qamişloyê Serhildana 12’ê Adarê li stadyuma futbolê hat bibîrxistin

  • 15:35 12 Adar 2020
  • Rojane
QAMIŞLO - Serhildana 12’ê Adarê û bîranîna pakrewanên wê yên bi rûmet, li bajarê Qamişloyê li stadyuma fotbolê hat bibîrxistin.
 
Di 12’ê Adara 2004’an de ji aliyê rêjîma BAAS’ê ve û bi pilaneke qirêj di navbera ciwanên kurd û ereb de li lîstgheha fotbolê, pevçûn derket. Di pevçûnê de hejmarek ji ciwanên kurd li ser destê rêjîmê, hatin kuştin. Têkildarî boneyê, bi pêşengtiya Desteya Ciwan û Warzîşê û bi tevlîbûna bi sedan ji şêniyên Qamişloyê, serhildana 12’ê Adarê li stadyuma fotbolê hat bibîrxistin.
 
Bîranîn bi deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê destpêkir, paşê koma Nihasî a mozîkê  bi sirûda Ey Reqîb dest bi pirogramê kirin. Her wiha axaftin jî hatin kirin.
 
Li ser navê Rêveberiya Xweser Hevseroka Kantona Qamişloyê Perwîn Yûsif axivî û wiha got: ”Em îro di bîranîna 16’e mîn a serhildana Qamişloyê de ne. Raperîna di dilê ciwanên kurd e sînorê koletiyê şikand. Li ser erdê vê stadyumê pilaneke mezin bi destên rêjîma BAAS'ê ya ku dixwest siyaseta xwe ya şovînîst bi gelê me bide jiyîn, hat meşandin. Dixwestin kurd û ereban bikin dijminê hev û şerekî navxweyî, bidin çêkirin. Ciwanên kurd xwe teslîmî vê siyasetê nekir. Îro dîsa li Qamişloyê tîma kurd û ereban bi hevre dilîzin, lê bi rengekî wekhev, jihevheskirin û li hember hev rêzdarî, heye. Bi xweşikbûna tevahî neteweyên Sûriyeyê di bin sîwana netewa demokratîk de, em dijîn û serhildana 12’ê Adarê wê bibe nîşana serkeftina kurdan.”
 
Li ser navê Meclisa Malbetê şehîdan Alî Omer axaftin kir û wiha pê de çû: “Dagirkerên Kurdistanê tim pilana bi ser kurdan de anîne û dixwazin gelan bi hev bidin şerkerin. Di vê lîstokgehê de komkujî hat kirin, bi keda zarokên me, em tê de  îro li ser piya ne. Yekîtiya me di nava vê nexşeyê de diyar dibe û bi hezkirina tevahî gelên herêmê û Sûriyeyê jî, em ê bigihêjin azadî û demokrasiyê.”
 
Li ser navê Desteya Ciwan û Warzîşê Hevseroka Desteye Amed Memo jî axaftin kir û wiha got: ” Bi rihê berxwedana serhildana 12’ê Adarê em weke ciwan, soza xwe bi domandina mîrasê wan nû dikin. Em ê yekîtiya xwe mîsoger bikin û yekîtiya neteweyî li Sûriyeyê pêk bînin.”
 
Piştî axaftinan maça fotbolê di navbera tîma Cizîrê û tîma Dêrezorê de dest pê kir û ciwanên kurd û ereb careke din li ser erda stadyuma 12’ê Adarê lîstin. Her wiha di vê naberê de zarokên tîma Karate jî berhemên xwe, pêşkêş kirin.
 
Bîranîn bi dirûşma “Bijî serhildana Qamişloyê” bi dawî bû.