Şehîdên 12'ê Adarê li Rojava tên bibîranîn

  • 15:26 12 Adar 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Rojavayê Kurdistanê  şehîdên serhildana Qamişloyê di salvegera wan a 16'emîn de hatin bîranîn. 
 
Di 12'ê Adara 2004'an de li stadyoma fitbolê ya bajarê Qamişloyê bi planekî qirêj ji aliyê rejîma BAAS'ê ve di navbera ciwanên kurd û ereb de şer derket, di encamê de hejmarek ciwanên kurd jiyana xwe ji dest dan, bi boneya vê rojê li bajarê Kobanê, Şehba, Til Temir û Dêrîkê daxuyanî hat dayîn û şehîdên 12'ê adarê hatin bîranîn.
 
Gelê herêma Firatê şehîdên 12’ê Adarê bi daxuyaniyekê bi bîr anîn
 
Bi pêşengtiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Firatê îro bi sedan gelê herêmê, sazî û dezgehên civaka sivîl 16’emîn salvegera serhildana Qamişloyê û şehîdên 12’ê Adarê bi daxuyaniyekê bi bîr anîn. Daxuyanî li lîstgeha fitbolê ya Kaniya Kobanê bi zaravayê kurmancî ji aliyê hevseroka desteya Enerjî Nersrîn Kenan û bi zimanê erebî ji aliyê hevserokê desteya ciwan û werzîşê Bozan Berkel ve hat xwendin.
 
Daxuyanî wiha ye:
 
"Bi boneya 16’emîn salvegera serhildana Qamişloyê em bejna xwe li ber şehîdên serhildana Qamişloyê û tevahî şehîdên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ditewînin. Roja 12’ê Adara 2004’an Rêjîma Sûriyeyê bi awayekî plankirî, bi armanca bêdengkirin û tunekirina gelan li bajarê Qamişloyê ciwanên kurd bi awayekî hovane şehîd xistin.
 
Di encama berxwedana gel de serhildan li bajarên wek Efrîn, Kobanê, Heleb û navenda bajarê Şamê belav bû. Rêjîma BAAS'ê li dijî gelê sivîl bi guleyan derket, hemû hovîtiya xwe li ser gelê Kurd pêk anî û bi hezaran ji kes hatin binçavkirin. Lê gelê Kurd serî netewand û berxwedana xwe di asteke mezin de dan meşandin. Ji bo bixistina mafê xwe yê rewa, azadiya gelê xwe, li her deverê dest bi çalakiyên protestoyî yên aşîtiyane û demokratîk kirin û zihniyeta dewletê şermezar kirin. Hikumeta Sûriyeyê hîna jî dev ji zihniyeta înkarkirinê bernedaye ku serokê Sûriyeyê Beşar El-Esed dibêje ku tu doza gelê Kurd li Sûriyeyê tune ye û Kurd koçber in li ser axa Sûriyeyê bi cih bûne. Lê ev helwest nayê qebûlkirin. 
 
Em bi navê Rêveberiya Xweser a Demokratîk li herêma Firatê hemû şehîdên 12’ê Adarê bi bîr tînin, soza xwe nû dikin ku em ê li pê şehîdên xwe bin,  riya wan bişopînin, li dijî zihniyeta nejadperestî derkevin, feraseta jiyana azad û wekheviya gelan pêk bînin.”
 
Daxuyanî bi dirûşmên "Bijî berxwedana serhildana 12’ê Adarê"  û "Şehîd namirin" bi dawî bû.
 
Hêjayî bibîrxistinê ye ku îro di saet 13:00’an de bi boneya 16’emîn salvegera serhildana Qamişlo desteya ciwan û werzîşê ya herêma Firatê wê maçeke fitbolê di navbera tîma Kantona Girê Spî û tîma Kantona Kobanê de li lîstigeha fitbolê ya Golê li Kobanê bê lidarxistin.
 
Rêveberiya Xweser a Efrînê bi daxuyaniyekê şehîdên serhildana Qamişlo bi bîranî 
 
Rêveberiya Xweser a Efrînê bi daxuyaniyekê şehîdên serhildana Qamişloyê di salvegera wan a 16'emîn de, li kampa Serdem a Kantona Şehbayê bi bîr anî. Di daxuyaniyê de şêniyên Efrîn û Şehbayê, sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser amade bûn. Her wiha wêneyên şehîdên komkujiya Til Rifet û pankartên bi nivîsa "Rêveberiya Xweser serhildana 12'ê Adarê ye" û "Em êrîşa faşîst a li ser gelê sivîl di 12'ê Adarê de şermezar dikin" hatibûn hildan. Daxuyanî ji aliyê Endama Rêveberiya Xweser Mihemed Bilo ve hat xwendin.
 
Daxuyanî wiha bû: 
 
"Di serî de em şehîdên serhildana Qamişloyê bi bîr tînin û bejna xwe li hember wan ditewînin.  Di 12’ê Adara 2004’an de, li bajarê Qamişloyê dema ku ciwanên kurd û ereb fitbol dileyîstin di encama pilaneke qirêj a ji aliyê rêjîma BAAS'ê de ve tevlîheviyek di navbera kurd û ereban de ava bike, şer derket. Di nava şer de hejmarek ji ciwanên kurd bi destên rêjîmê, jiyana xwe ji dest dan, hatin binçavkirin û birîndar bûn. Piştî vê gel bi girseyek mezin daketin qadan û helwesta xwe li hember zordariyê kirin yek.  Serhildana 12’ê Adarê çirûska îradeya kurd a li hember zordarî û koletiyê bû.  Di nava vê serhildanê de, tenê yek reng hebû ew jî kurd bû, dûrî hemû  rengên berjewendî û  partiyê bû. Serhildana Qamişloyê rihê kurdan kire yek û gihande gel hev. Bûyera ku di lîstgeha Qamişloyê pêk hatiye pilanek ji pilanên zihiniyeta Qewmî a Rêjîmê bû da ku di navbera kurd û ereban de nakokî bidin jiyîn. Lê niha bi projeya netewa demokratîk wekheviya gelan hat avakirin. 
 
Em weke Rêveberiya Xweser a Efrînê bang li gelê Suriyeyê û bi taybet gelê Bakur û Rojhilatî Suriyeyê dikin bi hemu pêkhateyên xwe bi yek dest bin da ku em dagirkeriyê û zihiniyeta qewmî ji nava xwe rakin her wiha dagirkeriyê li nava axa xwe têk bibin û berhemên xwe yên ku bi saya pakrewanan hatiye avakirin em biparêzin. Di heman demê de em bang li dewletên navneteweyî dikin ku bi erkê xwe yê mirovî rabin û dagirkeriya tirk ji axa me vekişînin.
 
Daxuyanî bi dirûşma "Şehîd namirin" bi dawî bû.  
 
Şêniyên Dêrîkê ji bo serhildana 12'ê Adarê meşek li dar xistin
 
Şêniyên bajarê Dêrikê yên girêdayî Kantona Qamişloyê serhildana 12’ê Adara 2004’an bi meşekê bi bîr anîn ku di wê rojê de bi planeke  ji aliyê rejîma BAAS'ê ve di navbera ciwanên kurd û ereb de şer qewimî û di encam de jî bi dehan ciwanên Kurd birîndar bûn û jiyana xwe ji dest dan. Her wiha di meşê de  hemû endamên sazî, dezgeh û partiyên siyasî amade bûn. Meş ji qada azadî dest pê kir û li goristana bajêr rawestiya, di nava meşê de wêneyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, alên Kongreya Star û  YPJ/YPG’ê hatibûn hildan.  Piştî meşê bi deqeyek rêzgirtin, ji aliyê Rêvberiya Meclîsa Dêrîkê û Partiya Siyasî ve daxuyanî hat dayin. 
 
Daxuyaniya Meclîsa Dêrîkê ji aliyêRêveberiya Meclîsa Dêrîkê Dîlber Elî ve hat xwendin. 
 
Daxuyanî wiha bû:
 
"Her sal di 12’ adarê de bîranîna serhildana gelê me li dijî dîktatoriya ku dixwest îradeya me bişkîne, em dadikevin qadan. Serhildan ji bajarê Qamişloyê dest pê kir û li hemû bajaran belav bû. Îro jî em vê serhildanê di rojên serkeftinên ku gelê me qezenc kiriye bi bîr tînin, her wiha em soza xwe ji şehîdên xwe re nû dikin ku em ê her tim li ser şopa wan bimeşin."
 
Daxuyaniya Partiya Siyasî ji aliyê Endamê Partiya Siyasî Şewket Berazî ve hate xwendin.
 
Daxuyanî wiha bû:
 
"Serhildana 2004’an ji bajarê Qamişloyê dest pê kir û li hemû bajarên ku kurd lê dijîn belav bû, ku di wê rojê de bi pilaneke qirêj ji aliyê rejîma BAAS'ê ve di navbera ciwanên kurd û ereb de şer derket dixwestin ku bi vê pilanê îradeya gelan bişkînin û dijminatiyê bixe navbera wan, lê hemû gelê me derketin kolanan da ku  giştî dunyayê bizanibe Gelê Kurd xwedî hêz û îrade ye.
 
Piştî 9 sal ji şoreşê, gelê me careke din xwe di parastin û destkeftiyên ku girtin dest isbat kirin, ev yek jî bi saya şervanên YPJ/YPG'ê û QSD'ê bi ser ket. Her wiha em bi serbilindî şehîdê xwe yê serhildana Qamişloyê bi bîr tînin. Em ê her tim li ser şopa şehîdên xwe bimeşin."
 
Daxuyanî bi dirûşma "Bijî serhildana Qamişloyê" bi dawî bû.
 
Li Til Temirê ji bo salvegera 12'ê Adarê civîn hat lidarxistin
 
Îro bi armanca bîranîna 16'e mîn salvegera Serhildana Qamişloyê Meclisa Malbatên Şehîdan civînek lidar xist. 
 
Ji ser serhildana Qamişloyê re 16 sal derbas bûn. Bi armanca bîranîn û nirxandina pilanên wê rojê MMŞ'ê li Navçeya Til Temirê  civînek girseyî, bi tevlîbûna sedan şênî, endam û rêveberên sazî û navendên civaka sivîl a navçeyê li hola SMŞ, li dar xist.
 
Piştî deqeyek rêzgirtin Rêveberê Partiya Yekîtiya Demokratîk Mihemed Seîd Şêxmûs axivî  û wiha got:"Yek reng, yek al û yek ziman bû sedema ku em aloziyên ewqasî kûr bijîn. Bûyer û kaosên ku îro li Rojhilata Navîn pêk tê pilan û komployên cîhanî û herêmî ne. Serhildana Qamişloyê bû bingeha guhertin û veguhertinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê."
 
'Yekîtiya gelan yên dikarîbû li hember vîrûsa tevliheviyê bibe bendav'
 
Mihemed Seîd wiha dom kir:"Çawa ku me birîna Qamişlo bi Şoreşê derman kir, pêwîst e ku îro tevahî gel li hember dagirkeriya dewleta tirk li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê asta berxwedanê bilind bikin. Agirê Serhildana 12 Adarê ronî da rêya gelan û hemwelatiyê li Sûriyeyê dijîn ji fetisandinê rizgar kir û dîwarê tirsê hilweşand. Yekîtiya gelan yên dikarîbû li hember vîrûsa tevleheviyê bibe bendav ew ê wekî şeqamekî li rûyê dijmin kevin."
 
Civîn bi dirûşma"Şehîd Namrin"bi dawî bû.