Êrîşî avahiya HDP'ê kirin

  • 14:28 12 Adar 2020
  • Rojane
ENQERE - Avahiya Rêxistina DHP'ê ya navçeya Keçîorenê ji aliyê kesên nenas ve bi êrîşê re rûbirû hat. Êrîşkaran paceyên avahiyê şikandin û ala tirk pê dakirin.
 
Komek kesên ku nasnameya wan nehat tespîtkirin li navçeya Keçîoren a Enqereyê êrîşî avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kirin. Di encamê de paceyên avahiyê hatin şikestin, êrîşkaran, flamayên partiyê dirandin û wêneyê leşkerên li Idlîbê hatin kuştin û ala tirk bi avahiyê dakirin. 
 
Herwiha êrîşkaran kamerayên avahiyê jî şikandin.