Rêxistinên Hiqûqî û baroyê bertek nîşanî binçavkirina parêzeran dan

  • 14:26 12 Adar 2020
  • Rojane
AMED - Serokên baroyên Riha û Amedê bertek nîşanî binçavkirin parêzeran dan, OHD'ê jî daxuyand ku parastin nikare bê bêdengkirin.
 
Polisan, îro serê sibehê li Riha, Amed û Şirnexê bi ser mal û buroyên gelek siyasetmedar û parêzeran de girt. Li Amedê 2, li Şîrnexê 1 û li Rihayê jî 7 parêzer û 3 kes hatin binçavkirin. Hat hînbûn ku kesên li Amed û Şirnexê hatine binçavkirin dê bibin Rihayê. Tê gotin ku dibe hejmara kesên hatine binçavkirin zêde bibe. Hat destnîşankirin ku têkildarî lêpirsîna derbarê siyasetmedar û parêzeran de biryara "nepeniyê" heye.
  
Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel, bertek nîşanî binçavkirina parêzeran da û li ser hesabê xwe yê medya civakî ragihand ku li gelek bajarên herêmê derbarê parêzeran de biryar binçavkirinê hatiye dayîn. 
 
Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin jî li ser hesabê xwe yê twîtterê diyar kir ku derbarê 4 hempîşeyên wî de biryara binçavkirinê heye û wiha got: "Serê sibehê çawa ku şîrfîroş li derî nade, dost jî nagerin. Bi talîmata dozgeriya Rihayê derbarê 4 hempîşeyên me de biryara binçavkirinê heye. Berbanga sibehê li mal û buroyên wan lêgerîn pêk hat, dosyayên wan hatin desteserkirin û 32 hempîşeyên me binçav kirin."
  
Komeleya Hîqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) jî bertek nîşanî binçavkirina parêzeran da û li ser hesabê xwe yê medya civakî ragihand ku parastina nikare bê bêdengkirin û daxwaz kir ku hempîşeyên wan bên berdan. Her wiha ragihand ku li Şirnexê li buroyên hempîşeyên wan lêgerîn didome.