Tevgera Komînîst a Şoreşger salvegera serhildana Qamişloyê bi bîr anî

  • 14:00 12 Adar 2020
  • Rojane
QAMIŞLO - Tevgera Komînîst a Şoreşger bi daxuyaniyekê salvegera serhildana Qamişloyê ya 16'emîn bi bîr anî. 
 
Tevgera Komînîst a Şoreşger bi daxuyaniyekê nivîskî salvegera serhildana Qamişloyê ya 16'emîn bi bîr anî û dan zanîn berxwedana ku li bajarên din ên Sûriyeyê belav bû yek ji serhildanên Rojava ya herî girîng e. 
 
Daxuyanî wiha ye:
 
"12'ê Adarê ya 2004'an yek ji rojên tarî ya gelê me ye. Dîroka Kurdistanê dîroka serhildan û berxwedanê ye. Her parçeyekî Kurdistanê di rêya azadî û rizgariya neteweyî de gelek berxwedan û serhildan pêk anî û bi gelek komkujiyan re rû bi rû ma. Komkujiya 12’ê Adarê ya Qamişloyê jî yek ji tehrîkên Sûrî-BAAS'ê ya fermî ya dewletê derbasî dîrokê bû. Dewleta Sûriyeyê bi vê peyama komkujiyê xwest ku  rizgariya neteweyî ku bi destwerdanê têk bibe. Ji bo tehrîkê musabeqeyeke futbolê  ya normal bijart. Komên şovenîst ên netewperest ji Dêrazôrê anî Qamîşloyê. Erebên ku li Qamişloyê jî li hember kurdan sor kirin. Piştî ku komên şovenîst dest bi pevçûnên yekem kirin serokê faşîst yê şaredariyê yê wê demê leşker xistin hundirê qadê û bi dayina fermana reşandina guleyan komkujî pêk anî.
 
Gelê me bi serhildanê bersiv dan
 
Gelê me li dijî reşandina guleyan bi serhildanê bersiv da. Pevçûnên ku li qadê dest pê kirin belavî seranserî Qamişloyê bû. Li dijî tehrîka desthilatdariya BAAS'ê ku dixwest pêvçûneke ereb û kurdan derxîne gelê me bi vê armancê hesiya, neket nav lîstokan û berê xwe dan saziyên fermî yên dewletê. Gelek erebeyên  fermî hatin şewitandin, saziyên dewletê hatin rûxandin. Kurdan nexwestin ku bi ereban ve pêv biçinin. Lê hinek eşîrên paşverû yên ereb ên netewperest û şovenîst, alîgirên ereb ên BAAS’î êrîşa kargeh û malên gelê me kirin. Kargeh hatin talankirin, erebe û mal hatin şewitandin. Serhildana Qamişloyê ya Kurd bi lez belavî bajarên din bû. Di destpêkê de li Amûdê, Serê Kaniyê, Hesekê, Dêrîk, Kobanê, Efrîn û Helebê gelê me rabû ser piyan. Bînayet û erebeyên eydî dewletê rûxandin. Xezeba gel dirêjî heta Şamê bû.
 
Bi vê serhildanê komkujiyek mezin hat astengkirin
 
Berxwedana ku li bajarên din ên Sûriyeyê belav bû yek ji serhildanên Rojava ya herî girîng e. Li gorî hejmarên fermî 52 mirovên me jiyana xwe ji dest dan. Lê di rastiyê de di encama gulereşandina leşker û bargirên rejîmê de bi sedan Kurdan jiyana xwe ji dest dan, bi hezaran jî birîndar bûn. Di aliyekî de dema desthiladariya BAAS'ê hejmarên rast vedişart, di aliyê din de gelê me şehîdên xwe ji dewletê bi dizî sipartin axê. Nikarîbû birîndarên xwe bibin nexweşxaneyan û man ku di malan de bi dizî derman bikin. Piştî serhildanê, dewleta Sûrî êrişên xwe domand, bi hezaran mirovên me girtin, hin di zîndanan de hatin qetillkirin û bi sedan di girtîgehan de bi salan bê dadgeh hatin girtin.
 
Partiya BAAS'ê ya netewperest, şovenîst û dewleta mêtînger a Sûriyeyê bi êrîşên xwe yên dijwar xwestin gelê kurd biçewisînin. Lê gelê me bi tecrubeyên ku ji dîroka berxwedanên çar parçeyên Kurdistanê girtiye nehat ev tehrîkên komkujiyan. Dijminê xwe rast tespit kir û saziyên dewleta mêtîngeh hedef girt. Bi vî awayî hewildanên şerê paşverû yê navbera gelan vala derxist. Bi belavkirina seranserî Rojava ya serhildanê komkujiyeke hêj mezintir hat astengkirin. 
 
Şoreşa Rojava hêza xwe ji yekîtiya gelan digire
 
Şoreşa Rojava ku piştî salên berxwedana Qamişloyê pêk hat bersiveke duyemîn a li dijî dewleta mêtînger e. Şoreşa me di heman demê de komploya ku dîktatoriya BAAS'ê ku di wê demê de dixwast pêvçûna kurd û ereban pêş bixîne rastî têkbirinê anî. Şoreşa Rojava îro hêza xwe ji tifaqiya stratejîk û yekîtiya dilxwaz a gelên me yên kurd, ereb, suryan, tirkmen û ermen digire.
 
Ji dîrokê heta niha gel serê xwe netewand
 
Erîşên hovane yên li ser Rojava û gefên bêdawî berdewamiya rêza komkujiyên jenosîdê ne. Komkujiya Qamişlo û serhildana ku li dijî vê pêk hatiye di mejiyê gelê me û dîroka berxwedanê ya Kurd de qeyd bû. Gelê me tu carî li dijî êrîşên nîjadperest şoven û dîktator di tu serdema dîrokê de serê xwe netewand. Gelê me îro li dijî dagirkeriyê ji Efrînê heta Girê Spî û Serê Kaniyê berxwedanê didomîne. Li dijî gefên komkujî û êrîşan serî natewîne. Di bin gefên şer de fêrî domandina jiyana xwe dibe. Berxwedanê dizivirîne teşeyeke jiyanê."