Wezîrê Tenduristiyê hevdîtina xwe ya bi rêxistinên tenduristiyê re betal kir

  • 13:31 12 Adar 2020
  • Rojane
ENQERE - Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, hevdîtina xwe ya bi nûnerên rêxistinên tenduristiyê re betal kir. Di nava van rêxistinan de TTB û SES jî hebûn.
 
Hevdîtina Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca ya bi rêxistinên tenduristiyê re hat betalkirin. Wezaretê, derbarê betalkirina hevdîtinê, tu hinceteke taybet pêşkêş nekir. Rêxistinên hempîşeyî yên tenduristiyê jî, diyar kirin ku wê dûre derbarê hevdîtinê raya giştî agahdar bikin.
 
Di nava rêxistinên hempîşeyî yên tenduristiyê de, Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB), Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES), Yekitiya Bijîşkên Diran a Tirk, Sendîkaya Karkerên Tenduristiyê ya Şoreşger (Dev Tenduristî Sen), Odeya Bijîşkên Veterîner a Enqerê, Komeleya Hemşîreyên Tirk û gelek rêxistinên tenduristiyê û pişehî hebûn.  
 
Rêxistinên pişeyî yên tenduristiyê, daxuyaniya xwe ya li ber Wezaretê jî betal kir.