HRW'ê bang li Îranê kir: Girtiyên siyasî jî serbest berdin

  • 13:16 12 Adar 2020
  • Rojane
ENQERE - Rejîma Îranê ji ber Vîrûsa Corona (Covît-19) belav dibe 54 hezar girtiyên edlî serbest berdan. HRW bang li rejîma Îranê kir û xwest girtiyên siyasî jî serbest berdin. 
 
Rejîma Îranê piştî vîrûsa Corona li nava welatê wan belav bû 54 hezar girtiyên edlî serbest berdan. Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW), bang li rayedarên Îranê kir û xwest girtiyên siyasî jî ji ber Vîrûsa Corona (Kovid-19) serbest berd in. HRW'ê di bangê de anî ziman ku vîrûs li Îranê pir bilez û bê kontrol belav dibe û bi taybetî li sazî û cihê girtî rîska vê nexweşiyê zêdetir e. HRV'ê xwest hemû malzemeyên tibbî bigînin girtiyena û tedbîr bên girtin. 
 
Berpirsiyarê Rojhilata Navîn ê HRW'ê Michael Page, bal kişand ser rîsk û talûkeyê Vûrûsa Corona û wiha got: "Ewil li ser girtiyên siyasî rîskê zêde dike. Divê rayedarên darazê ewil girtiyên siyasî yên neheq girtî ne serbest berde. Divê bêyî dem winda bike wan tevan serbest berde. Ajansa Nûçeyan a Mizan, got "Îran ji bo Newrosa Sala Nû" dê 70 hezar girtiyan serbest berdin û li aliyê din be sidan mirov û aktîvîstên mafên mirovan bi sucdariya "Sûcên ewlehiya neteweyî" girtî ne. HRW li gorî rapora gihişt destê wan li Girtîgeha Evîn a Tahranê û gelek girtîgehên din vîrûsa Corona hatiye tespîtkirin. Malbatên 25 girtiyên aktîvîst, di 27'ê Sibatê de nameyên vekirî ji rayedaran re nivîsîn û anîn ziman ku malzemeyên tibbî û venêrtina vîrûsê kêm in û têra wan nakin. Rojnameger Berê Neda Najî, Shahnaz Akmali, Masoud Kazemi, Abdolreza Kouhpayeh û Mahmoud Beheshti Langroudî jî di navde hin rojnameger hatibûn berdan. Di 9'ê adarê de rojnameger Hengameh Shadidî ji ber xebatên rojnamegeriyê rastî 7.5 ceza hatibu. Parêzerê wî Mostafa Turk Hamedanî li ser hesabê Twitterê diyar kir ku muwekilê wî ji ber şika Vîrûsa Corona ji bo demekê hatiye berdan." 
 
Malbatên parazvanên mafên mirovan Narges Mohammadi, Nasrin Sotoudeh û  Atena Daemî jî xwestin rayedar zarokên wan serbest berdin. Malbatan anîn ziman ku ev daxwazên wan hatiye redkirin.