‘21 sal in tecrîda li Îmraliyê didome'

  • 12:51 12 Adar 2020
  • Rojane
AMED - TUAY-DER têkildarê tecîta li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan daxuyaniyek da û gotin: "Tecrîta ku 21 sal in didome polîtîk e. Em bang li hikûmet, Saziyên Mafên Mirovan a Ewropayê, Parlamentoya Ewropayê û CPT'ê dikin û dibêjin nebin şirîkê sûc."
 
Şaxa Komelaya Piştgirî û Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) ya Amedê têkildarê tecrîta li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê meşandi li avahiya xwe daxuyanî da. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Rêveberiya Komeleya Çand û Piştevaniya Malbatên ku Xizmên xwe Wendakirine ya Mezopotamyayê, Komeleya 78’an, Komîsyona Mafê Mirovan a Odeya Bijîşkan a Amedê û endamên TUAY-DER’ê beşdarî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji aliyê endama TUAY-DER’ê Sonbahar Orak ve hat xwendin.
 
Sonbahar di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku 21 sal in bê navber tecrîteke girankirî û nêzîkatiyeke cuda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê meşandin û wiha axivî:  “Bi salan e li hemberî tecrît û sûcê mirovahiyê Gele Kurd di nava serhildanekê de ye. Bi hezaran girtiyên siyasî, parlamenter, welatî ketin greva birçîbûnê. Di pêvajoya 21 salan de bi sedan kes canê xwe dan ber mirinê. Lê hikûmet hert im ji bo bêdenkkirin û sernixumandina bûyeran hevdîtin bi Abdullah Ocalan re pêk anîn. Herî dawî serok wezîrê karê hudir di bernameyek a televîzyonê de şewata li Îmrahiyê ragihand. Piştî çalakî û hevdîtinan hevdîtin pêk hat. Lê belê çend hevdîtin pêk tên jî tecrîd hêj jî didome."
 
‘Tecrît sûc ê'
 
Sonbahar, bal kişand ser şert û mercên girtîgihên din û diyar kir ku çend mafê hevdîtina bi malbat û parêzeran li girtîgehên din jî hebin divê li Îmraliyê jî ev tişt pêk bên û got: "Cudatiya li ser Îmraliyê tê kirin polîtîke. Hemû Rojhilata Navîn dixe di nava pirsgirêkên mezin. Tecrîta ku li Îmraliyê tê kirin li girtîgehê din jî tê kirin. Ev sûcê mirovahiyê ye. Ji ber vê sedemê em bang li hikûmetê, Navenda Mafê Mirovan yê Ewropayê, Parlamentoya Ewropayê, Neteweyên Yekbûyî û CPT dikin. Bila nebin şirîkê van sûcan. Ji bo aramiya Rojhilata Navîn em azadiya Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî diwazin."
 
Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.