Malbata Zainal Abakarov nîvê şevê mala xwe bar kir

  • 12:30 12 Adar 2020
  • Rojane
DÊRSIM - Malbata kesê bi navê Zainal Abakarov ê ku ji windabûna Gulistan Dokû berpirs tê dîtin, do nîvê şevê mala xwe bar kir. 
 
Li Dêrsimê ji 5'ê Çileyê heta niha Gulistan Dokû windayî ye. Xwişka Gulistan Doku, Aygul Doku diyar kir ku do nîvê şevê Malbata kesê bi navê Zainal Abakarov ê ku ji windabûna Gulistan Dokû berpirs tê dîtin, mala xwe bar kiriye. Aygul Doku do li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ev nivîs parve kir:"Navê min Gulîstan Doku ye. Ev 68 roj in windayî me. Lê kesên gumanbar îşev saet di 03.30'an de bi ewlehiyek mezin mala xwe bar kirin."
 
Cara yekem barkirina malê hatibû astengkirin
 
Di 7'ê Adarê de malbata Zainal Abakarov ku ew ê mal bar bikira ji aliyê xwişka Gulistan Doku, Aygul Doku ve hatibû astengkirin. 
 
Li ser bertekan wesayeta nakliyatê ji ber derî veqetiya bû.