Kongreya Star ji bo serhildana 12’ê Adarê daxuyanî da
- 11:47 12 Adar 2020
- Rojane
QAMIŞLO - Koordînasyona Kongreya Star a Rojava ji bo serhildana 12'ê Adarê daxuyaniyek nivîskî da.
Di 12'ê Adara 2004'an de li stadyoma futbolê ya bajarê Qamişloyê bi planeke qirêj a ji aliyê rejîma BAAS'ê ve di navbera ciwanên kurd û ereb de şer derket. Di encamê de hejmarek ciwanên kurd jiyana xwe ji dest dan. Bi boneya vê rojê Koordînasyona Kongreya Star a Rojava daxuyaniyek nivîskî weşand û diyar kir ku ew ê têkoşîna xwe berdewam bikin û destkeftî û nirxê tevahî gelan biparêzin.
Daxyanî wiha ye:
"Raperîna Qamişloyê ya ku çirûska wê ji satdyoma fitbolê dest pê kir, sala xwe ya 16’emîn derbas dike. Ev raperîn ji Qamişloyê dest pê kir û derbasî hemû herêmên Rojava, Heleb û Şamê bû. Piştre raperîna gelan deng veda. Rêjîma BAAS'ê xwest ku tevlîheviyekê di navbera kurd û ereban de ava bike. Bi rêya hejmareke ji ereban ku li dijî ciwanên kurd şer bikin di nava lîstoka gogê de, di encamê de bi dehan ciwanên kurd jiyana xwe ji dest dan. Bi boneya vê rojê, em şehîdên raperîna Qamişloyê û tevahî şehîdên azadiyê bi bîr tînin.
Desthilatdar ji bo hebûna xwe mayinde bike, netewên din di nava xwe de înkar dikin
Dewletên yeknetew ên desthilatdar ji bo ku hebûna xwe mayinde bikin, netewên din di nava xwe de înkar dikin û siyasetên herî zordar derheqê gelê heremê de pêk tînin. Siyasetên qetilkirin, binçavkirin û girtin, her wiha ji bilî siyasetên dûrxistina ji mafên çandî bi ferzkirina siyaseta yekziman, yek al û di nava xwe de helandina çanda netewên di bin siyaseta BAAS'î ya faşîzim, li ser gelan hat pêk anîn.
Hevgirtina tevahî netewan, siyaseta tevlîhev û navxweyî vala derxist
Bi hatina şoreşa Rojavayê Kurdistanê û bi taybet bi avakirina sîstema Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a di herêmên Rojavayê Kurdistanê de, bi hevgirtina tevahî netewan ev siyasetên tevlîheviya navxweyî hemû vala hatin derxistin.
Projeya netewa demokratîk kilîta çareseriya qeyrana Sûriyê ye
Şerê ku ev 10 sal in di Sûriyeyê de diqewime, bi êrîşa çeteyên mîna Cebhet El-Nûsra, DAIŞ'ê yên ku di bin sîwana dewleta tirk de şer dikin û gelek parçeyên ji Sûriyeyê dagir kirine, kûrtir dibe.Lê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hevgirtina tevahî gelê herêmê û parastina wan a ji bo axa wan, da isbatkirin ku projeya netewa demokratîk kilîta çareseriya qeyrana Sûriyê ye.
Daxuyaniya Serokê Sûriyeyê nakeve xizmeta gelê heremê
Daxuyaniyên herî dawiyê yên Serokê Sûriyê Beşar El-Esed, nakeve xizmeta gelê herêmê. Ev yek berdewamiya zihîyeta netewbûnê ya li dijî hemû gelan e. Ev yek rê li pêşiya çareseriya li Sûriyeyê digire û aloziyê kûrtir dike. Pirsigirêka Sûriyeyê encax bi diyalogên Sûrî- Sûrî bên çareserkirin.
Em hêza xwe bikin yek aştî û aramiyê bînin
Em weke Kongreya Star beşek ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwe dibînin. Baweriya me ew e ku çareserî di rêya projeya demokratîk de, bê pejirandin. Ev proje em dixwazin li tevahî herêmên Sûriyryê bê belavkirin. Banga me ji bo tevahî jinan ew e ku hêza xwe ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk û nenavendî, bikin yek û bi xwe re jî aştî û aramiyê bînin.
Em ê destkeftî û nirxê tevahî gelan biparêzin
Bi vê boneyê em soza xwe bi şehîd û gelê xwe re di tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de nû dikin, ku em ê berdewamiya têkoşînê bikin û destkeftî û nirxê tevahî gelan biparêzin.