‘Kon di bin avê de man’

  • 09:23 12 Adar 2020
  • Rojane
Şehrîban Abî
 
WAN - Li Bajarê Xoy a Rojhilatê Kurdistanê erdhêj pêk hatibû û li 5 taxên Elbaka Wanê jî bi awayekî tûnd hatibû hîskirin. Piştî erdhêjê welatî di konan de jiyana xwe didomînin. Jinan diyar kirin ku av ketiye konên wan û nikarin serê zarokên xwe bişon û bang li rayedaran kirin.
 
Di 23’ê sibatê de li bajarê Xoy a Rojhilate Kurdistanê bi mezinahiya 5,8 erdhêj pêk hat û li taxên Elbîs, Eleze, Qiratî, Xanik û Kaşkol a Elbaq a Wanê jî hat hîskirin. Di erdhêjê de 10 kesî jiyana xwe ji dest da û gelek kes sewal di bin kavilan de man. Erdhêjzedeyan diyar kirin ku alîkariya kon hatiye kirin lê hewa sare û av dikevin konan.
 
Menîce Aslan ya li taxa Ozpinar dimîne wiha got: “Xaniyên konteynir wê qe nebûna meyê îdare bikira. Ji ber ku berf dihele kon di bin axê de man. Şil dibin û hemû alavên me jî wisa şil dibin. Ava paqij a vexwarinê jî her tim nayê. Cihê ku em serê xwe bişon tune. Her ku kon şil dibin em nikarin têde bijîn. Tiştek ji destê me nayê. Em di nava avê de dijîn. Divê demildest çareseriyek bê dîtin.”
 
‘Em 6 kes têde dimînin’
 
Zulîfe Aslan jî daxuyakirin ku ew nikarin cilan bişon û serê xwe bişon û got: “Hemû alavên me di bin kavilê de man. Em niha jî dikarin tiştekî bigirin. Hewcedariya me bi gelek alavî heye. Em 6 kes di konde dimînin. Konek têr nake.
 
‘Em bi şev ji serma bi roj jî german nikarin bisekinin’
 
Murvet Aslan jî wiha got: “Ji bo xaniyên me bên çêkirin divê tiştek bê kirin. Em di kon de bi şev ji serma bi roj jî ji german nikarin bisekinin. Em zarokên xwe li konên cemidandî de dişon. Zarok jî perîşan bûne.”
 
‘Em ji vîrusa korona ditirsin’
 
Edîbe Yilmzaz jî ya li taxa Keşkol dijî ev tişt anî ziman: “Piştî erhêjê sewalên me hemû di bin kavilê de man. Zarkên min nexweş in. Kon qet ne bi hîjyenin. 20 roje min serê zarokên xwe neşûştiye. Ji bo paqijiyê divê serşo hebe. Kurê min nexweş e. Em nikarin bibin nexweşdanê. Li Îranê vîrusa korana heye. Di pêvajoyeke wisa de divê em li hîjyenê baldar bin. Lê mixabin ne pêkane.”