Li Nisêbînê yên ji bo TOKÎ îmze avêtine jî mexdûr in ên neavêtin jî mexdûr in

  • 09:21 12 Adar 2020
  • Rojane
MÊRDÎN - Qedexeya derketina derve ya li Nisêbînê hatibû îlankirin û 134 rojan berdewam kiribû ket sala 4’emîn û li taxên hatibûn hilweşandin avahiyên TOKÎ hatin çêkirin. Malbatên ji bo TOKÎ’yan îmze avêtin jî mexdûr in û yên neavêtin jî mexdûr in. Fehîme Dogan ku îmze ji bo avahiya TOKÎ ya li şûna xaniyê hatiye çêkirin, avêtibû wiha got: “4 sale em tapoya xwe dipên.”
 
Li Nisêbîn a Mêrdînê piştî îlankirina rêveberiyên xweser qedexeya derketina derve heta Adara 2016’an 5 caran hat îlankirin. Di 14’ê Adara 2016’an de jî qedexeya herî dirêj dest pê kir. Navçe 134 rojan di bin dorpêçê de hat girtin. Di navbera Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) û polîs û leşkeran de pevçûn hatin jiyîn. Li gorî daneyên fermî yên dewletê di pevçûnan de 68 leşkerî jiyana xwe ji dest da û 384 heb jî birîndar bûn. Li gorî rapora Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê li Nisêbînê 22 sîvîl hatine qetilkirin. Lê li gorî çavkaniyên herêmî û rojnamegeran di pevçûnan de ji 80’ê zêdetir cenaze derketine.
 
Piştî pevçûnan taxên Dîcle, Firat, Yenîşehîr, Abdulkadîrpaşa, Zeynel Abîdîn û Kilayê 5 hezar û 53 avahiyên TOKÎ hatin çêkirin. Avahî sala borî hatin teslîmkirin.
 
‘Xaniyê me li ber çavên me hilweşandin’
 
Fehîme Dogan ku li taxa Abdulkadîrpaşa dijiya di qedexeyê de neçar ma derkeve û got:” Xaniyê min saxlem bû lê bi yek darbeyek kepçeyê hilweşandin. Wê demê her tişt hat serê me. Em heta roja dawî ya pevçûnê man. Rojek beriya qedexeya mezin em derketin. Em ji cihê me kirin. Li ber çavên me xaniyên me hilweşandin. Me jî temaşe kir.”
 
‘Em TOKÎ’yan naxwazin’
 
Fehîmeyê da zanîn ku wan TOKÎ qebûl nekirine û wiha got: "Tapoya xaniyê me heye. Me îmze ji bo avahiyan navêt. Em naxwazin biçin TOKÎ’yan. Em mafê xwe dixwazin. Wan TOKÎ ji xwe re çêkirine, ne ji me re. Em xaniyê xwe dixwazin. TOKÎ ne li gorî me ye. Em her tim dipirsin û dibêjin çi bû. Ew jî dibêjin bila TOKÎ teslîm bibin em ê lê binêrin. Ev 4 sale em di kirê de ne. Divê demildest dawî li vê bê.
Li aliyê din jî malbatên îmze avêtine avahiyên TOKÎ jî hîna xaniyên xwe teslîm negirtine."