‘Çima kuştinên jinan tê temaşekirin?’

  • 09:17 12 Adar 2020
  • Rojane
Dîlek Gul
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Civaknas Feryal Saygiligîl bal kişand ser kuştinên jinan û wiha got: “Di qada cemawerî de kuştinên jinan ji rêzê tên dîtin, wek li malê. Dibe ku em hemû ji heman çînê, ji heman rengî nebin. Lê em bi heman awayî tên pelçiqandin. Em qurbana vê pergalê ne.
 
Li Tirkiyeyê di meha Tebaxê de Emîne Bulut ji aliyê mêrê ku dest jê berdabû hat qetilkirin û piştî vê kuştinên jinan bi awayekî xurt hatin nîqaşkirin. Ji her alî civakê bertek bilind bûn û ji bo pêşî li kuştinên jinan bê girtin bang li berpirsan kirin ku peywira xwe pêk bînin.
 
Emîne ne ya dawî bû
 
Piştî Emîneyê, Tugba Anlak ya 30 salî jî li mala xwe ya Arnavutkoy ya Stenbolê hat qetilkirin. Her wiha li ber çavê zaroka wê ya 6 salî hat qetilkirin. Dîsa Fatma Erdogan ya 22 salî ji aliyê mêrê ku dixwest dest jê berde hat qetilkirin. Fatma 15 deqe beriya qetilkirinê li polîs geriyabû û gotibû ‘hevjînê min ez dîl girtime’.
 
‘Jiyan bûye magazîn’
 
Civaknas Feryal Saygiligîl diyar kir ku di bin vê bêdengiya li dijî şîdeta serdestya mêr sedem hene û sedema herî mezin jî ‘kevneşopî bûn’ û got: “Me hemûyan di çapemeniya civakî de qetilkirina Emîne Bulut temaşe kir. Li şûna mudaxalekirinê mirina wê hat temaşekirin. Gelek sedemên di bin vê de hene. Ya yekem mijara malbatî. Rewşeke ku tevlî têkiliyên malbatê nabin heye. Wisa tûnd bûye ku kes tevlî têkiliyên malbatî nabe. Yanî wisa hatiye fêrkirin. Yek ji kodên civakî ev e. Ligel vê tirs jî heye. Her wiha em dibînin ku jiyan bûye magazînî. Li şûna mudaxalekirinê, bi telefonan dikşînin. Gelo dema dikşîne çi dijî, ev hesteke çawa ye. Divê mirov ji vir mêze bikin.”
 
‘Divê samimiyeta çapemeniya civakî bê lêpirsînkirin’
 
Feryalê bi lêv kir ku divê samimiyeta çapemeniya civakî bê lêpirsînkirin û got: “Çapemeniya civakî derketina kolanê kêm kir an jî bi awayekî pêşî lê girt. Ji ber ku li wir zêdetir deng tê bihistin. Lê çapemeniya azad ne wiha ye. Ji ber vê jî bertekên tên dayîn divê bên lêpirsînkirin. Li şûna mudaxaleya kuştina Emîne Bulut, dîmen tên kişandin û ev jî bandora hêza çapemeniya civakî ye. Temaşekirina jiyanên magazînî tê hesabê mirovan. Mînak li şûna agahiyên bidin çapemeniyê, rojnamegeriya magazînî kirine esas.”
 
‘Em hemû qurbana vê pergalê ne’
 
Feryalê destnîşan kir ku bêbertekiya li hember kuştinên jinan bi xof e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Jin tên qetikirin, kuştin. Lê ji ber teşeyên şîdetê nayên zanîn, em îro darvekirin û xesandinê diaxivin. Ya herî bi êş jî her cureyê şîdetê li qada cemawerî tê jiyîn. Di qada cemawerî de kuştinên jinan ji rêzê tên dîtin, yanî wek ya li malê. Bihistina kuştinên jinan girîng e. Em hemû ne ji yek çîn, ne ji yek rengî bin jî em hemû bi heman awayî tên pelçiqandin. Em hemû qurbanê vê pergalê ne. Divê em vê bibînin. Divê em li her derê bin. Divê em bikevin polîtîkayên dewletê. Ji bo şîdeteke biçûk jî divê cezayên giran bên bikaranîn.”
 
Doç Dr. Feryal Saygiligîl kî ye?
 
Di Beşa Civaknasiya Zanîngeha Mîmar Sînan de di mijara ‘li herêmên serbest keda jinê’ teza doktorayê nivîsî. Bi Gulîz Saglam re belgefîlmên wekê ‘Wek çûka qefesê’ (Di berxwedan Desa de jin) (2009), ‘Herêm’ (2010) û ‘Jin di grevê de ne’ (2010) kişand. Endama weşana Kovara Duvar e. Di Zanîngeha Arel a Stenbolê de endama hîndekariya Beşa Civaknasiyê ye. Li Zanîngeha Hunerên Xweşik a Mîmar Sînan jî dersan dide. Her wiha yek ji akademîseyenên ku daneza aştiyê ya ‘Em nabin hevkarî vî sûcî’ îmze kiriye.