‘Serhildana 12’ê Adarê çirûska vîna kurd a li hember zordarî û koletiyê bû’

  • 09:15 12 Adar 2020
  • Rojane
Roj Hozan
 
QAMIŞLO - Dayikên Qamişlo yên ku bûne şahidên serhildana 12’ê Adarê, çîroka wê rojê û hestên ku jiyane ji me re parve kirin û gotin:”Xemgîniya bi halê kurdan dilê me şewitand, lê vejîna îradeya kurd bi şikandina sînorê koletî û tirsê, hêrsa me geş kir. Ev şerê rêjîma hovane li hember civaka sivîl bû. Zarokên me rûmeta me parastin, em jî îro mîrasê wan diparêzin.”
 
Di 12’ê Adara 2004’an de, li bajarê Qamişloyê dema ku ciwanên kurd di stadyumê de li maça fotbolê temaşe dikin, di encama pilaneke qirêj a ji aliyê rêjîma BAAS'ê de ku tevlîheviyekê di nabera kurd û ereban de ava bike, şer derket. Di nava şer de hejmarek ji ciwanên kurd bi destên rêjîmê, jiyana xwe ji dest dan û ev roj bû çirûska yekem a serhildana kurdan a li hember sîstema BAAS'ê. Têkildarî mijarê dayikên Qmişloyê yên ku bûne şahidên serhildana 12’ê Adarê û êşa wê kişandina, çîroka wê rojê û hestên ku jiyane ji me re parve kirin.  
 
‘Xemgîniya bi halê kurdan dilê min şewitandin û birînên min vekir’
 
Dayika bi navê Henîfa Mihemed yek ji şahida bûyerê bû derbarê qeyrana wê rojê de wiha dibêjê: ”Roja 12’ê adarê, her ku ev dîrok tê ber çavê min, bala min diçe li ser komkojiya ku derheqê ciwanên kurd pêk hatiye. Di wê rojê de kurê min jî di nava temeşevanên lîstoka gogê de bû, piştî saetekê agahî ji me re hat ku pevçûn li stadyomê çêbûye. Hema bi lez ez derketim û min li kurê xwe pirsî. Dema ez gihaştim qada fotbolê Rêjîma BAAS'ê ferman bi ser ciwanên kurd de anî bû. Mirov li erdê di nava xwînê de mabûn, li aliyekî din jî gule bi ser sivîlan de berdidan û gelek kes birîndar jî bûn. Di wan kêliyan de ez gelek xemgîn bûm. Dema ku ez gihaştim ciwanekî kurd min dît dane ber guleyan. Mirovan nema hev nas dikir û her kesî li zarokên xwe dipirsî. Xemgîniya bi halê kurdan dilê min şewitandin û dîsa careke din birînên min vebûn ku kurd di wê rojê de bê dost bûn.” 
 
‘Serhildana Qamişloyê rihê kurdan kire yek û gihande gel hev’
 
Di berdewamiya axaftinên xwe de Henîfa bal kişand ser hovîtiya Rêjîma BAAS'ê ya derheqê Gelê Kurd de û wiha pê de çû: ”Di roja din ya serhildanê de, me cenazeyê şehîdên ciwanên kurd rakirin. Rêjîma BAAS'ê bi hemû hovîtiya xwe bi ser gel da hat, gelek mirov binçav kirin û gelek ji wan jî di bin darê zordariya wan de heya niha ne xuya ne. Bi rengekî hovane hema gule dihatin berdan, ji ber wê demê Gelê Kurd bi girseyî daketin qadan û helwesta xwe li hember zordariyê kirin yek. Serhildana 12’ê Adarê çirûska îradeya kurd a li hember zordarî û koletiyê bû.  Di nava vê serhildanê de, tenê yek reng hebû ew jî kurd bû, dûrî hemû  rengên berjewendî û  partiyê bû. Serhildana Qamişloyê rihê kurdan kire yek û gihande gel hev.”
 
‘Li hember civaka sivîl êrîş hat kirin û nirxê kurd hedef hat girtin’
 
Henîfa di nava gotinên xwe de destnîşan kir ser armancên êrîşa rêjîmê a li ser civaka sivîl û wiha diom kir :“Dema ku şer diqewime û du alî şer dikin, mirov dizane ku ev rengê şer e, lê hovîtiya rêjîmê li hember civaka kurd  û êrîşkirina li ser nirxê kurd û nasnameya wê bû. Ev şer li dijî civaka sivîl a bê çek bû. Rêjîmê nehişt ku em sersaxiyê ji malbatên xwe re bixwazin, êşeke dijwar bû û birîn kûr bû. Em nikarin serhildana Qamişloyê bi gotinê bînin ziman, caran axaftin jî têra bilêvkirina êşên kurdan nake. Ev 17 sal dîsa rûpela dîrokê pelek tewand û nîşana kurd li dîroka têkoşîn û berxwedanê, ket. Serhildana 12’ê Adarê bû mîras û bingeha  avakirina civaka birêxistinkirî û xwedî hêz .”  
 
‘Serhildana 12’ê Adarê kezeba min şewitand’
 
Dayika şehîdê 12’ Adarê Ciwan, Aliya Sîrac li ser bûyerê û şehadeta kurê xwe ya di nava serhildanê de wiha hestên xwe bi me re parve kir: ”Her ku 12’ê Adarê tê, canê min sar dibe û bîranîn û birîn dîsa xwe li hev dipêçin. Di vê rojê de min parçeyek ji kezeba xwe winda kir û agirê serhildanê di dilê min de vêdikeve.  Dema ku ji min re gotin pevçûn çêbûye, ez pêxwas li kolanê beziyam ji ber gotin birayê te Mesûd birîndar bûye, lê ecêba mezin ez rastî kurê xwe Ciwan hatim, ku di nava xwînê de, şehîd bûye. Li aliyekî bira û li kêleka wê jî kezeb, ma êş ji vê mezintir hebû? Min xwest ez derbasî nexweşxaneyê bibim û li rewşa birayê xwe bipirsim û cenazeyê kurê xwe bigirim, lê rejîmê nehişt. Min xwe di nava girseya gel da û weke jineke bi hêz li pêşiya rejîmê sekinand û min kurê xwe berî oxira dawiyê, dît. Ji xwe birayê min jî gule ji serê xwe xwari bû. Serhildana 12’ê Adarê canê min hejand û kezeba min şewitand, lê ez ne poşman im kurê min şehîdê qetandina zincîra koletiya kurd bû û bira vejîna azadiyê bû.” 
 
‘Ez jî rûmeta kurê xwe diparêzim’
 
Dayika bi navê Eyişan Berekat dayika şehîdê yekemîn ê serhildana Qamişloyê bû, dayika Eyişan wiha got: ”Roja 12’ adarê xeber ji min re hat, ku Ehmedê min şehîd bûye. Ehmed 25 salî bû, ji lîstoka gogê hez dikir û di wê rojê de temeşevanên maçê bû. Dema ku pevçûn çêdibe , kurê min wekî ciwanekî kurd li dijî rêjîmê şer kir, lê mixabin ew dane ber guleyan û şehîd xistin. Rêjîma BAAS'ê hovîtiyeke pir mezin li me kir û gelek mêr ji malbatê girtin. Ez nizanim çima ewqas kîn li hember kurdan, lê ya ku ez pê serbilind im ku Ehmedê min rûmeta xwe parast û ez jî îro wê rûmeta wî diparêzim.”