Rêvebera SELÎS'ê: Em ê ji bo jinan gûndê ekolojîk ava bikin

  • 09:11 12 Adar 2020
  • Rojane
Zeynep Durgut
 
ÊLÎH - Navenda Piştevaniya  Jinan  SELIS ya ku ji aliyê qeyûm ve hatî girtin,ji aliyê şaredariya HDP'ê ve dîsa hat vekirin. Têkîldarî xebatên Navenda Jinan rêvebera SELIS'ê Gûlcan Demîr Arslan axivî. 
 
Navenda Piştevaniya  Jinan  SELIS ku di sala 2005 an de ji hêla Şaredariya Êlihê ve hat vekirin û piştgiriya psîkolojîk û hiqûqî dide jinên ku bi tundiyê re rûbirû mane, ji aliyê qeyûm  Ertug Şevket Ersoy ve yê ku di sala 2016’an de wekî qeyûm tayînî şaredariya Êlîhê kirin ve hate girtin. Şaredariya HDP’ê ya  Êlihê, di çarçoveya 8' ê Adarê  Roja Jinan a Cîhanê de Navenda ji hêla qeyûm ve hat girtin dîsa vekir.   Rêvbera SELIS'ê  Gûlcan Demir Arslan, li ser projeyên ku ew ê bi cih bînin axivî Gulcan got ku di her qadên civakî de ew ê li cem  jinan cih bigirîn û bi xebat û projeyên  nû ew ê piştevaniya jinan bikin. 
 
'SELÎS di 11 salan  de xebatên girîng kirin' 
 
Gûlcanê di berdewamiya axiftina xwe de bal kişand ser girîngiya xebatên Navenda Jinan û anî ziman ku jin bi hev re bi hêzin û wiha pê de çû;" SELIS di  2005'an de li Êlihê hate vekirin û 11  salan xizmet kir.  Di  nav 11 salan de gelek xebatên girîng û dîrokî dan meşandin. Di vê demê de, bi sedan şêwirmend hatin perwerdekirin. Herî zêde di sala 2005' an de qirkirina  jinan pêk hat û gelek jinan întîhar kir. Li dijî van neyîniyan SELIS hat vekirin. Ji bo piştgiriya  hiqûqî, lêkolînên sosyolojîk, qursan bide hat vekirin. Li gel van xebatan bi alîkariya vê navendê jinan li her deveran piştgirî digirt û bi wan re hevaltî dihat kirin. Li gel navenda Jinan jin bi hêz bûn  û li her deran gotinên xwe zêde kirin. Lê di sala 2016’an de, saziya me  ji hêla qeyûm ve hat girtin û dewrî walîtiyê hat kirin. Bi girtina vê saziyê re di warê xizmetdayîna jinê de valahiyeke mezin çêbû. Hewceyî pê hebû ji nû ve hatibûya vekirin. Ji ber ku ji bo jinan  SELÎS saziyeke hewce bû. Bi vê minasebetê jin çûn şaredariyê û serlêdanek rasterast kirin û gotin ku divê saziya me  di demek nêz de were vekirin. Li gorî vê pêdiviya jinan me saziya xwe ji nû ve vekir. Carek din, em amade ne ku bi jinan re bibin hevkar, bibin yek û piştgiriyê bidin. Me saziya xwe bi vê armancê vekir. Dê li vir şêwirmendiya derûnî û sosyolojîk bê dayîn. Em ê her tim di nav jinan  de bin. Em bi xwe bawer in û û em dibaweriya ku jin bi hev re bi hêzin de ne."
 
'Em ê piştgiriya jinan bikin'
 
Gûlcanê bi domdarî da zanîn ku ew ê bi avakirina projeyên nû jinan sewqî hilbirînê bikin û ev tist anî ziman:"  Em dixwazîn ku jin di qada aboriya jiyanê, kedê û hemû warên jiyanê de cih bigirin. Navenda me ya HÊVÎ heye. Li wir jî  bi sedan jin keda mezin didin. Di  gelek qadan de  qurs hebûn. Heta niha 3 kargehên jinê hene ku hîn jî çalak in. Li wir, bi sedan jin hem hatin perwerdekirin û hem jî kurs dan wan. Ji niha û pê ve, em plan dikin ku xebata xwe li gelek deverên dorfireh, gelemperî di vî alî de bidomînin. Di her qadê de projeyên me hene ku em  jinan teşwîqê hilberînê bikin. Em plan dikin ku jinan  di wan proje û kooperatîfan de bi cih bikin. Şêwirmendiya huqûqî, şêwirmendiya psîkolojîk û lêkolînên civaknasiyê dê di Navenda Piştgiriyê ya Jinan a SELIS de bi hevkariya jinan were kirin. "
 
Jin xwedî li destkeftiyên xwe derketin
 
Gûlcanê dest nîşanî polîtîkayên qeyûmanên dijberî jinan kir û got:"Wekî li her deveran, qeyûm tayînî Şaredariya Êlihê jî kirin û saziyên jinan û destkeftiyên wan hedef hatin nîşandan. Lê belê, divê ji xeynî girtina saziyên jinan ji saziyên  jinan re alîkarî bihata kirin.  Rewş bererevajî kirin û hedefa wan bû bû saziyên jinan. Saziyên jinan li gelek cihan girtîn. Lê tevî hemû polîtîkayên tunehesibandin û tunekirina deskeftiyên jinan, jin li her deran xwedî li deskeftiyên xwe derketin."
 
Wê xeta tundiyê û gundê ekolojîk bê avakirin
 
Gûlcanê di dawiya axaftina xwe de aşkere kir ku ew ê xeta li dijî tundiya jinan a telefon vekin û wiha dawî li axaftina xwe anî :"Em ê xeta telefonê ya li dijî tundiyê jî vekîn.. Ev yek ji projeyên me yên sereke ye. Ji bo gava ku jin alîkariyê bixwezin hem demildest xwe bigihînin wan.  Wekî din ji bo ku qanûna bi xala 6284 bikeve meriyetê em di nav hewldanan de ne. Ji ber her roj jin tên qetilkirin divê ev qanûn bikeve meriyetê. Di heman demê di nav xebatên me de projeya gundekî ekolojîk jî heye. Ji bo ku  jin hem di warê hilbirînê de û hem jî  di warê aborî de pêş bikevin ev projeye pêwist e. Di vê rewşê de, li gundê ekolojîk tenê jin dê hebin.  Di qada aborî de em ê jinan bi hêz bikin. Em bawer dikin ku em jin, bi hev re   pir bihêztir in.  Em amade ne û li benda piştgiriya jina ne. "