Havva Kiran:Em wek dayik hêjayî xelatek pîroz hatin dîtin

  • 09:10 12 Adar 2020
  • Rojane
AMED -‘Xelata Aştî, Dostanî û Demokrasiyê’ ya DTO'yê îsal hêjayî Dayikên Aştiyê hat dîtin. Dayika Aştiyê Havva Kiran destnîşan kir ku wan xelatek pîroz girtine û wiha got: “Dayika zarokên xwe ji bo bên kuştin mezin nekirin. Ji bo welatekî azad, ji bo aştiyê ev zarok mezin kirin.”
 
Odeya Tabîbên Amedê (DTO) her sal di 14’ê Adarê Hefteya Tenduristiyê de ‘Xelata Aştî, Dostanî û Demokrasiyê’ pêk bîne û di rojên borî de xelat hatin dayîn. Ev xelat îsal ji bo Dayikên Aştiyê ku ji salên 90’î heta niha ji bo aştiyê têdikoşin û Kadîr Înanir yê ku tevî hemû zextan di gotina aştî û demokrasiyê de israr dike,hat dayîn. Dayika Aştiyê Havva Kiran da zanîn ku vê xelatê kêf û kelecaneke mezin bi wan re afirandiye.
 
‘Aştî texta zêrîn e, her kes nikare xwedî lê derkeve’
 
Havvayê destnîşan kir ku wan tu car dest ji aştiyê bernedane û wiha pê de çû: “Aştî texta zêrîn e, her kes nikare xwedî li wê textê derkeve. Lê dayik îro xwedî li vê texta zêrîn derkedikevin. Bila xelat bibe wesîleya aştî û wekheviyeke mayînde. Daxwaza me ev e ku xwîna ku bi salane diherike bê sekinandin.”
 
‘Aştî mafê gelên cîhanê ye’
 
Havvayê di berdewamiyê de daxuyakirin ku li Rojhilata Navîn şer tê meşandin û hemû kesên li ser vê axê ji dil aştiyê dixwazin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li vir aştî pêk neyê li tu derê pêk nayê. Em dayik jî dibêjin ku; Em aştiyê, wekheviyê dixwazin. Bila ev xwîn raweste. Kurd dibe, Tirk dibe, Ereb, Ecem dibe hemû gelên cîhanê aştiyê heq dikin. Welatê ku lê aştî tune be wekhevî jî tune ye. Ger li cihekî çar mirov bên cem hev û dora wan bên girtin ev şerma herî mezin e. Dewleta dibêje ez demokrasî û mafê mirovan diparêzim divê ne wisa be.”
 
‘Dayikan zarokên xwe ji bo bên kuştin mezin nekirin’
 
Havvayê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku divê ji bo aştiyê dest bidin hev û bibin deng û got: “Dayik hebûnên xwe yên herî pîroz, zarokên xwe winda dikin. Em dayik ji ber vê divê li dijî şer bisekinin.Dayika zarokên xwe ji bo bên kuştin mezin nekirin. Ev zarok ji bo welatekî azad hatin mezinkirin. Em vê xeletê gelek pîroz dibînin. Em gelek kêfxweş bûn. Ev ji bo me xelata herî mezin e. Em ê dayik ji bo aştiyê berxwedana xwe jî mezin bikin.”