‘Em jin li her qada jiyanê tecrîdê hîs dikin’

  • 09:08 12 Adar 2020
  • Rojane
 
AMED - Jinan diyar kirin ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û pirsgirêkên li Tirkiyeyê divê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin û bigihêje azadiya xwe û wiha gotin: “Em di her qada jiyanê de li malê, kolanê, dibistanê li kargeriyê tecrîdê hîs dikin. Divê mirov bigihêjin hemû mafên xwe yên destûra bingehîn. Lê dewlet jî li gorî destûra xwe ya bingehîn tev nagere.”
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi salan e di bin tecrîdê de tê girtin. Ji bo tecrîd bê rakirin dem bi dem çalakiyên cuda hatin pêkanîn. Herî dawî di 8’ê Mijdara 2018’an de hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven greva birçîbûnê da destpêkirin û piştî wê bi hezaran kes tevlî grevê bûn. Di encama grevê de hevdîtina bi Abdullah Ocalan re û girtiyên din yên li Îmraliyê re pêk hatibû. Greva birçîbûnê nêzî 200 rojî berdewam kiribû û di pêvajoya grevê de 30 girtiyî greva xwe veguhertibûn rojiya mirinê û 8 girtiyî jî dawî li jiyana xwe anîbûn. Di encama çalakiyan de piştî 8 salan şûnde di 2’ê Gulana 2019’an de hevdîtin pêk hatibû. Lê piştî vê dîsa tecrîd ket dewrê. Di rojên borî de li Îmraliyê şewat derketibû û li ser bertekan birayê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan hefteya borî çûbû giravê û hevdîtinek pêk anîbû.
 
Gel bertek nîşanê rewşê dide û daxwaza wan ev e ku tecrîd bi giştî bê rakirin. Jinan nêrîna xwe di vê mijarê de anîn ziman.
 
‘Jiyan di bin tecrîdê de ye’
 
Esengul Kiliç bi lêv kir ku mirov fikir û nêrînên xwe nikarin bînin ziman û ji ber vê jî tecrîd li ser civakê jî pêk tê. Esengulê daxuyakirin ku hewl tê dayîn yektîp mirov bên afirandin û fikrên mirovan tên îlegalîzekirin. Esengulê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li ser Birêz Ocalan tenê tecrîd pêk nayê. Bi taybet jin, li her qada jiyanê li kolan, malê, dibistanê, kargeriyan di bin tecrîdê de ne. Îro jinek rastî tecawizê tê der barê tecawizkar de tiştek nayê kirin û ji rewşa baş tê berdan. Ev tê wateya ku jin di bin xetereyê de ne. Tecrîd di heman demê de tê wateya ku jiyan di bin xetereyê de ye. Divê mirov mafên xwe yên destûra bingehîn bikaribin bi kar bînin. Lê dewlet jî destûra xwe ya bingehîn pêk nayne. Hefteya borî bi Birêz Ocalan re hevdîtinek hat kirin lê divê Birêz Ocalan jî wek hemû girtiyên din mafên xwe bikaribe bi kar bîne. Piştî hevdîtinê Mehmet Ocalan roportajek da. Di hevdîtinan de tu gotineke şer tune ye. Gelek aşkere ye ku desthilatdarî di neçareseriyê de israr dike. Em mirovên li ser vê axê dijîn dixwazin demildest dest ji van polîtîkayan bê berdan û tecrîd demildest bê rakirin.”
 
‘Hemû Kurdistan di bin tecrîdê de ye’
 
Soncul Can jî bertek nîşanê tecrîdê da û bi lêv kir ku gelek girîng e ku peyamên Abdullah Ocalan ji aliyê gel ve bên zanîn û wiha dawî lê anî: “Em li dijî tecrîd, serdestiyê ne. Niha li hemû Kurdistanê tecrîdek mijara gotinê ye. Ne tenê li ser Birêz Ocalan li ser hemû gelan tecrîd pêk tê.”
 
‘Divê Birêz Ocalan bigihêje azadiya xwe’
 
Remziye Bozkurt jî destnîşan kir ku ji bo xwîna ku bi salane dirêje bê rawestandin divê demildest tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin û Abdullah Ocalan bigihêje azadiya xwe.
 
Aysun Kartaş jî ev tişt anî ziman: “Daxwaza me ev e ku tecrîda li ser Birêz Ocalan demildest rabe û Birêz Ocalan bigêje azadiya xwe. Ancax Birêz Ocalan dikare mafê me biparêze.”
 
‘Bila tecrîd bê şikandin’
 
Rûmet Tarinci jî bal kişand ser tecrîdê û got bi tecrîdê re hemû mafên mirovan tên tunekirin û ev tişt bi lêv kir: “Bila wek her kesî Birêz Ocalan jî bikaribe mafên xwe bi kar bîne. Em naxwazin gel û zarok bimirin. Ji ber vê divê tecrîd rabe.”
 
‘Em çareseriyê dixwazin’
 
Emîne Aksu jî diyar kir ku dewlet bi salane ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û şikandina tecrîda li Îmraliyê pêngavê dest pê nake û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Kurê min jî di girtîgehê de ye û em baş dizanin ku şert û merc çiqas zehmet in. Em dixwazin ku demildest çareseriyek pêk bê û tecrîd rabe. Em dixwazin êdî tiştên xweş bên jiyîn. Em tecrîdê şermezar dikin û dixwazin demildest bê rakirin.”