Gazî hîna jî li berxwe dide…

  • 09:06 12 Adar 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Taxa Gazî ya li Stenbolê bi kevneşopiya berxwedan û rêxistinbûna sosyalîst tê zanîn. Di 1995’an de li taxê komkujî pêk hat û 25’emîn salvegera komkujiyê ye. Taxa ku bi zext û êrîşan hat xwestin ku bê tunekirin, hîna jî li berxwe dide.
 
Piştî darbeya 12’ê îlonê şûnde di dîrokên cuda de zext û êrîşan berdewam kir. Yek ji van êrîşan 25 sal berê pêk hat. Di 12’ê Adara 1995’an de li taxa Gazî ya Stenbolê dengê çekan hat.
 
Taxa Gazî çawa vejiya, çawa mezin bû
 
Taxa Gazî di salên 70’ê de bi koçberkirina Elewî û Kurdan ya ji ber sedemên siyasî û aborî mezin bû û di salên 90’î de jî bi şewitandin û valakirina gundan re zêdetir mezin bû. Li taxê xizanî û şîdeta dewletê bi teşe bû. Her wiha bû yek ji navendên ku berxwedan lê hat rêxistinkirinê.
 
Bi ser gel de gule barandin
 
Taxa Gazî navê xwe di 1995’an de da bihîstin. Di 12’ê Adara 1995’an de şêniyên Gazî bû hedefa êrîşan. Di şeva 12’ê Adarê de li gorî agahiyan çar qehwe û pastaxaneyan ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve hatin gulebarankirin. Di encama êrîşan de kalê Elewî Halîl Kaya jiyana xwe ji dest da û 5 jê giran 25 kes birîndar bûn. Gumanbarên êrîşê di teqsiyekê de êrîş pêk anîn û piştî ku reviyan ajokarê teqsiyê jî qetil kirin û teqsî dan ber agir.
 
Piştî êrîşê gel daket kolanan. Nêzî dehzaran kesî di 13’ê Adarê de li kolanan bûn. Gel ber bi qereqola taxê meşiyan. Polîsan û tîmên taybet bi ser gel de gule barandin û 15 welatî qetil kirin û gelek kes birîndar bûn.
 
Kujer nehatin dîtin qedexeya derketina derve hat îlankirin
 
Roja komkujî pêk hat Walîtiya Stenbolê li taxa Gazî, Zubeyde û Esentepe qedexeya derketina derve îlan kir. Gel di 14’ê Adarê de li ber Mala Cemê hatin cem hev û komîteya ku ava kiribûn, lîsteyek ji 4 xalan pêk dihat amade kirin û diyar kirin ku daxwazên wan neyên cih wê protestoyan bidomînin. Daxwaza ji çar xalan pêk dihat wiha bû: “Dayîna cenazeyan, betalkirina qedexeya derketina derve, kesên di bin çavan de bên berdan û polîs û leşker ji herêmê derkevin.”
 
Lê ev daxwaz hatin redkirin û di heman rojê de 15 kesî jiyana xwe ji dest dan. Dîsa di heman rojê de 36 kes birîndar bûn. Di 15’ê Adarê de berxwedanê li Umraniyê deng da. Li taxa 1'ê Mayisê 5 kesî jiyana xwe ji dest dan û ji 20 kesî zêdetir birîndar bûn. Li ser vê qedexeya derketina derve li wir hat îlankirin.
 
Berxwedan di 16’ê Adarê de bi dayîna cenaze û rakirina qedexeyê bi dawî bû. Lê di berxwedanê nêzî 40 kesî jiyana xwe ji dest dan û bi sedan kes birîndar bûn.
 
Serokwezîrê demî: Bi hestiyar tev geriya!
 
Di pêvajoya berxwedanê de hat xwestin ku Waliyê Stenbolê Hayrî Kozakçioglu, midurê Emniyeta Stenbolê Necdet Menzîr û Midûrê Giştî yê Emniyetê Mehmet Agar û wezîrê karê Hundir Nahît Menteş îstîfa bikin. Lê li şûna îstîfayê, Hayrî Kozakçioglu û Necdet Menzîr di demeke piştî vê de bûn parlamenterên Partiya Riya Rast (DYP).
 
Serokwezîra demî ya DYP’ê Tansu Çîler piştî komkujiyê di civîna koma partiyê de wiha gotibû: “Ez eşkera dibêjim, dewlet wisa bihestiyar nebûna û serdestê bûyerê nebûna wê îro ev bûyer nehatiba kontrolkirin û tabloyek xerabtir derketiba holê.”
 
Di encama otopsiyê de derket holê ku 17 kes ji aliyê polîsan ve hatine qetilkirin. Der barê 20 polîsan de doz hat vekirin. Doza li Dadgeha Cezayê Giran a Eyûp hat vekirin bi hinceta ewlehiya cemawerî nayê girtin şandin Trabzonê.
 
Pêvajoya darizandinê ya di 11’ê îlona 1995’an de hat destpêkirin û 5 salan de bi 31 rûniştinî berdewam kir di 3’ê Adara 2000’î de bi encam bû. Hemû gumanbarên komkujiyê jî hatin parastin. Di 11’ê Tîrmeha 2002’an de jî 22 malbatên zarokên wan hatibûn qetilkirin serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê dan.