Stêrk Gulo: Çapemeniya azad dengê rastiyê derxist pêş

  • 09:05 12 Adar 2020
  • Rojane
Ronahî Nûda
 
QAMIŞLO - Rojnameger Stêrk Gulo diyar kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di hevdîtina xwe de silavên bi nirx ji xebatkarên çapemeniyê re şandibû û got: "Rêber Apo di pêvajoyek wiha de bal kişand ser xebatên çapemeniyê û ev yek jî ji hemû xebatkarên çapemeniyê re bû morelekî mezin."
 
Di 27'ê Sibatê de agirek bi guman li daristana Girava Îmraliyê ket, li seranserî Kurdistan, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û derveyî welat çalakiyên cur bi cur hatin lidarxistin. Piştî berxwedan û helwesta gel malbat di 2'yê Adarê de bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîn û di hevdîtinan de Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan silavên xwe ji xebatkarên çapemeniyê re şand û gotibû:"Divê çapemenî xurtir bibe. Alîkarî were dayîn. Hem kovar û hem jî televîzyon were xurtkirin." Têkildarî mijarê Rojnameger Stêrk Gulo nirxandinên girîng kir.
 
'Rol û mîsyona çapemeniyê di nav aloziya Rojhilata Navîn de pir girîng e'
 
Stêrkê di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser hevdîtina herî dawî ya bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got: "Piştî agir li daristana Girava Îmraliyê ket, malbata Rêber Apo çû hevdîtinê. Di hevdîtinê de ya herî balkêş û bi nirx Rêber Apo ji xebatkarên çapemeniyê re silav şandibû. Mirov dikare çapeminiyê bi du awayan bi dest bigire, ya yekem girîngiya çapemeniyê ya di nava cîhan û civakê de, ya duyem jî erka çapemeniya azad a di nav şerê cîhanê yê sêyemîn de ku navenda wê li axa Kurdistanê ye. Di roja me ya îro de şerê cîhanê yê sêyemîn lingê wê ya esasî çapemenî ye. Çapemenî qadek pir girîng e, loma mirov dema bal bikşîne hevdîtina Rêber Apo û peyama wî ya ji bo xebatkarên çapemeniyê, mirov vê fêm dike ku rol û mîsyona çapemeniyê di  nava aloziya Rojhilata Navîn  de pir girîng e."
 
'Çapemeniya azad dengê rastiyê derxist pêş'
 
Stêrkê di nava nirxandina xwe de bal kişad ser cudabûyina di navbera çapemeniya azad û çapemeniya durî nirxên gel de û wiha domand: "Rola çapameniyê di nava şerê cîhanê yê sêyemîn de rolek esasî û sereke ye. Medyaya desthilatdariya dewleta tirk çavên xwe ji rastiyan digire. Şerê ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat jiyîn, medyaya desthilatdarîyê ev yek ji nedîtîve hat û şerek da meşandin. Di çapemeniya desthildatdar de qaşo tirkiye li dijî DAÎŞ'ê şerek dikir lê di eslê xwe de ne wiha bû. Berovajî vê yekê dewleta tirk alîkariya DAÎŞ'ê dikir. Erka çapemeniya azad ew bû ku şerê li hember civakê, tê kirin û dagirkeriyê nîşan bide. Çapemeniya azad hewil dide bi wêne, dîmen û nivîsan rastiyê derxîne pêş. Çapemeniya azad dengê rastiyê derxist pêş."
 
'Hêzên desthilatdar di çapemenî û şer de yekem jin kirin hedef' 
 
Stêrkê diyar kir ku hêzên desthilatdar di çapemenî, şer û êrîşan de yekem jin kirin armanc û wiha dewam kir: "Li hember zihniyeta desthilatdar, jin xwediyê erkek gelek mezin e. Hêzên desthilatdar di çapemenî, şer û  êrîşan de yekem jin kirin hedef. Îro em mêze dikin cihên ku hatine dagirkirin, jin tên tecawiz kirin, mafê jinan û zarokên wan ji wan tên stendin û pirsgirikên civakê tên jiyîn. Ger çapemenî van pirsgirêkan baş neyîne ser ziman û çareseriyan peyda neke, çavên xwe bigire ev nakeve xizmeta çapemeniya azad. Li qada şer ji aliyê çapemeniya tirk ve çete weke leheng hatin nîşandan. Ev yek nayê qebûlkirin."
 
'Jinên rojnamevan li dijî çete û desthilatdaran li berxwe dan'
 
Stêrkê bal kişand ser rol û mîsyona jinan a di çapemeniyê de û wiha dom kir: "Di çapemeniya azad de gelek hevalên jin hene ku canê xwe feda kirin. Yek ji wan Dilîşan Îbîş bû û ji bo ku rastiya çeteyên DAIŞ'ê derxîne pêş û bikaribe rewşa koçberan bişopîne, dîmen û wêneyan ji cîhanê re ragihîne jiyana xwe ji dest da. Pir jinên Rojnemevan hebûn ku li dijî çete û desthilatdaran berxwedanek bê hempa dan. Jin di qada çapemeniyê de gihîştiye ku rastiyan fêm dike, ji ber ew rastiya jinê ye. Piştî şoreşa Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek derfet ji jinan re hat avakirin. Jin di qada çapemeniyê de berxwedanek mezin dikin û dixwazin hîn bêtir profesyonel û bi zane bibin."
 
'Em bibin deng û rengê berxwedanê'
 
Stêrkê destnîşan kir ku gotinên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê derbarê çapemeniyê de girîng in û wiha pê de çû: "Rêber Apo di pêvajoyek wiha de bal kişand ser xebatên çapemeniyê û ji bo me û hemû xebatkarên çapemeniyê bû morelekî mezin. Peyama ku Rêber Apo  da me divê ku em vê fêm bikin, girîngiya ji bo qada çapemeniyê, girîngiya ji bo rastiyê ye. Divê tiştên ku ev civak dijî, çapemenî bêje û pêşengtiyê bike. Hîn jî di aliyê birdozî, fikir û zihniyetê de hin guhertinên mezin pêwist in. Rizgarkirina civakek ji zayendparêziyê, dikeve ser milê çapemeniyê. Divê em di çapemeniyê de karekî profosyonel bimeşînin û bibin reng û dengê berxwedanê. Rêber Apo gelek girîngî dide xebatê çapemeniyê û dibêje alîkarî bidin. Pêwist e em di vê qadê de berxwedanek mezin bikin û vê rastiyê bi şîroveyên rast, bi zihniyeteke zelal bi biryareke xurt pêş bixînin. Em bikaribin di xeta azadiyê de hîn bêtir zane bin û rastiya şoreşa ku tê jiyîn ji civak, cîhan û raya giştî  re derxînin pêş. Çimkî ev erkeke dîrokî ye." 
 
'Desthilatdar nedihêştin rojnamevan rastiyan ragihînin cîhanê'
 
Stêrkê  zehmetiyên ku xebatkarên çapemeniyê, beriya şoreşê didîtin wiha anî ziman: "Li Sûriyeyê qadek wek çapemeniyê gelek xeter dihat dîtin. Heta rojnamevanek nikarîbû ku wêne û dimenekî bikişîne û rastiyan bibêje. 12'ê Adara 2004'an serhildana Qamişloyê çêbû, di wê serhildanê de bi tu xebatkarên çapemeniyê dîmen û wêneyên baş nînbû ku berxwedana gel û jinan nîşan bide. Li hember qetlîamê, gel bi rihekî pir mezin rabûn ser pîyan, lê dîmen û wêne ji aliyê dewletê  ve ji destê rojnamevanan hatin girtin û nehiştin rojnamevan rastiyan nîşanî cîhanê bidin. Li Bakur û Başûr jî îro bi vî awayî ye. Dema rojnamevan temsîla dengê rastiyê dikin, tên astengkirin."
 
'Deng û rengê gel di nava şerê gelê şoreşger de deng veda'
 
Stêrkê destnîşan kir ku dengê gel di şerê gelê şoreşger de deng veda û wiha got: "Ji bo çapemeniya kurd di xeta azadiyê û dîtina rastiyê de bingehek gelek mezin çêbûye. Ev yek jî bi keda Rêber Apo û pêşketina tevgera neteweyî ya di nav Kurdistanê ye.  Îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek pêkhate dijîn, deng û vîna gel di nava şerê gelê şoreşger de deng veda. Di vî aliyî de rola çapemeniyê gelek li pêş bû. Gelek dezgehên çapemeniyê digotin gel direve û nikarin li ber xwe bidin, lê gel li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê li gel şervanê xwe bûn û dev ji xaka xwe berneda, ev jî seknek e. Di şerê berxwedana rûmetê de pir hevalên me yên ragihandinê bê teredut xwestin rastiyan nîşanî tevahî cîhanê bidin û di vê oxirê de canê xwe feda kirin. Hevalên me yên ku di çapemeniyê de jiyana xwe ji dest dane barek li dû xwe hiştin û em jî divê bikaribin wek çapemeniya azad vî barî rabikin û di pênûs, dîmen û wêneyên xwe de hilgirtina vî barî dewam bikin."
 
'Rojnamegerî nivîsandina bi îrade û fikrê azad e'
 
Stêrkê herî dawî pêkhateyên ku cihê xwe di qada çapemeniyê de digirin bi bîr xist û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di hemû dezgehên çapemeniyê de gelek pêkhate cihên xwe digirin, ev jî bi vê şoreşê hat avakirin. Li gelek qadên ku ji DAIŞ'ê rizgar bûye jin kar dike û bi deng û pênûsa xwe rastiyê derdixe holê. Rojnamegerî nivîsandina bi îrade û fikrê azad e. Rêber Apo dibêje 'Di qada çapemeniyê de yên rastiya gel bêje û gel esas bigire wê bi ser bikeve'. Tiştên ku ji me tê xwestin ew e ku em di aliyê nivîskî û dîtbarî de pêwist e zêdetir xurt bibin. Ger em xurt bikin em ê bikaribin mîsyona xwe ya di pêşxistina civakê de rolekî mezin bileyîzin."