Xebatkarên Nexweşxaneya Avrînê ligel dorpêçê û derfetên kêm xizmetê dikin

  • 09:03 12 Adar 2020
  • Rojane
Ferîda Zadê
 
ŞEHBA - Hemşîreyên Nexweşxaneya Avrînê yên bi derfetên kêm nexweşxane ava kirine û dermankirina nexweşan didomînin gotin: "Nexweşxaneya Avrînê li gor derfetên heyî û dorpêça ku Şehba tê de ye jî em hewil didin pêwîstiyên welatiyan bi cih bînin."
 
Di nava du salên koçberiyê de li gor derfetên kêm gelê Efrînê careke din nexweşxaneya bi navê 'Avrîn' li navçeya Fafîn a Şehbayê vekirin. Xebatkarên nexweşxaneyê li gor derfetên heyî û dermanên di destên wan de xizmeta gel dikin û pêwîstiyên wan pêk tînin, lê gelek zehmetî ji aliyê alavên kêm û dermanên kêm tên dîtin. Têkildarî vê mijarê hemşîreyên Nexweşxaneya Avrînê nêrînên xwe bi ajansa me re parve kirin.
 
'Me tevî alav û dermanên kêm, bi hezaran kes tedawî kirin'
 
Hemşîre ya bi navê Fatma Mihemed a ku di beşa laboratuvarê de dixebite diyar kir ku zehmetiyên herî zêde di peydakirina dermanan de dibînin û wiha domand: "Em di beşa tehlîlan de dixebitin, di destpêkê de me gelek zehmetî kişandin ji ber ku alavên em bi kar bînin tune bû. Me nexweşxane bi beşekê vekir, lê bi ked û berxwedana gel me beşên nexweşaxaneyê firehtir kirin. Ji ber derman kêm in em zehmetiyê dibînin. Ji bo derman derbas bibin rejîm pere dixwaze. 
 
' Pêwistiya me bi alîkariyê heye'
 
Ji ber vê yekê gelek dereng digihêjin me û pir caran jî ji ber buhayê zêde em nikarin bînin . Rejîm li gor berjewendiyên xwe derman û alavên ji bo nexweşxaneyê ji me re derbas dikin. Me bi amûrên kêm bi hezaran welatî derman kir. Pêwîstiya beşa me bi cîhazên hermûnî heye, ji ber rê jî tune ye ku nexweş derbasî Helebê an cihên dîtir bibin. Her wiha pêwîstiya me bi benka xwînê heye ji bo dabînkirina xwînê. Pêwistiya me bi alîkariyê heye."
 
'Li gor derfetên kêm em alîkariyê didin gelê xwe û xizmetê dikin'
 
Hemşîre Çîmen Mistafa ya ku di beşa zarokan de dixebite jî derbarê kêmasiya alavan de wiha got: "Piştî koçberiya me ya ji Efrînê li gorî derfetên kêm me di nava xwe de nexweşxaneyek ava kir. Ji bo xizmeta gelê xwe, di beşa zarokan de ez dixebitim. Em hîn di aliyê cama ku zarokan dixinê de zehmetiyan dikşînin, ji ber ku hin caran zarokên nexweş zêde dibin, lê cih nîne ku em tê de bi cih bikin. Ji ber em du zarokan dixin gel hevdu, dîsa jî li gor derfetên kêm em alîkariyê didin gelê xwe û xizmetê dikin. Gelek pêwîstiyên me bi amûrên tendirustiyê hene."
 
'Ji ber rê tune ye em nikarin nexweşên xwe tedawî bikin'
 
Semîra Ebd El Ezîz a ku di beşa jinan a nexweşxaneya Efrînê de dixebite jî da zanîn ku ji ber sedema girtina rê nikarin hemû nexweşên xwe tedawî bikin û wiha domand: "Li gorî derfetên heyî hewildanên me hene ku em xizmeta gelê xwe bikin. Carinan nexweş zêde dibin û cihê me jî kêm in. Ji ber vê yekê em zehmetiyan gelek dikşînin, hin nexweşên giran tên gel me, lê li gor alavên kêm em xwe dixin bin xeteriyê û wan nexweşên giran jî tedawî dikin. Ji ber ku rê tune ye em nikarin  ji bo tedawiyê derbasî cihên dîtir ên weke Helebê bibin."
 
'Em gelek zehmetiyan ji aliyê girtina rê ve dikşînin'
 
Hemşîreya beşa rontgen û Îkografîkê, Şermîn Zade jî derbarê kêmderfetiya di beşê wan de tê jiyîn ev agahî da: "Gelek beşên aşiyan hene, lê li Şehbayê û li gor derfetên heyî me tenê rontgen û îkografîg vekiriye. Di beşa îkorafîgê de nexweşiyên zik tên kontrolkirin. Lê gelek caran dema cîhazên me xirab dibin em nikarin çêbikin, ji ber ku derfet li vir tune ye heta ku em alavan ji Helebê jî tînin gelek zehmetî û astengiyan dikşînin. Hin caran cîhazên ku em dixwazin nêzî salekê digihêjin me, ev yek jî ji girtina rê tê."
 
'Cihên ku em nexweşan tê de bi cih dikin kêm in'
 
Hemşîre Emîne Mihamad Mistafa ya ku di beşa asayî de kar dike jî di derbarê kêmaniya dermanên li ber destê wan ev nirxandin kir: "Di beşa me de gelek cureyên nexweşiyan hene. Em di aliyê cîhazan û cihê razana nexweşan de zehmetiyê dibînin. Gelek nexweşên me jî zehmetiyan dikşînin, ji ber ku rê di nava me û Helebê de tune ye."
 
'Xwesteka me ew e pêwîstiyên nexweşxaneyê pêk were'
 
Emîne Îsa Kosa ya bi dayika xwe ya nexweş re hatî nexweşxaneyê jî got: "Bi dayika min re nexweşiya şekir heye, ji ber vê yekê em hatine nexweşxaneyê. Her 5 nexweş di yek odeyê de tên girtin. Ev jî nexweşiyan zêde dike, evqas nexweş di ber hev de ne. Pêwîstiya dayika min jî bi gelek dermanan heye, lê gelek derman li vir kêm in û Rejîmê jî rê li ser me qut kiriye. Nexweşxane jî li gor derfetên heyî bi gelê xwe re dibe alîkar. Xwesteka me ew e ku pêwîstiyên nexweşxaneyê pêk werin ji bo bijîşk û xebatkarên nexweşxaneyê jî bikaribin bi gelê xwe re bibin alîkar."
 
'Li gor derfetên heyî xizmeta me dikin'
 
Dayika bi navê Naziliye Ewinî Yûsêf a ku pê re nexweşiya sitandina hilmê heye jî zehmetiyên xwe yên di derbarê girtina dermanan de wiha anî ziman: "Nexweşiya sitandina hilmê bi min re heye. Ez li nexweşxaneyê dimînim, li gor derfetên kêm hemşîre alîkariya me dikin. Nikarin nexweşan derbasî Helebê bikin, ji ber ku rê tune ye û li vir jî gelek cîhaz kêm in. Ez jî yek ji wan nexweşa me, kêmaniya dermanan bandor li min dike û ez zehmetiyan dibînim."