ROJEVA 12'Ê ADARA 2020'AN

  • 09:00 12 Adar 2020
  • Rojev
*Hemşîreyên Nexweşxaneya Avrînê yên bi derfetên kêm nexweşxane ava kirine û dermankirina nexweşan didomînin gotin: "Nexweşxaneya Avrînê li gor derfetên heyî û dorpêça ku Şehba tê de ye jî em hewil didin pêwîstiyên welatiyan bi cih bînin." DÎMEN HEYE
 
*Endama Rêveberiya Ragihandina Azad Stêrk Gulo diyar kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di hevdîtinê xwe de silavên bi nirx ji xebatkarên çapemeniyê re şandibû û got: "Rêber Apo di pêvajoyek wiha de bal kişand ser xebatên çapemeniyê û ev yek jî ji hemû xebatkarên çapemeniyê re bû morelekî mezin." DÎMEN HEYE
 
*Jinan diyar kirin ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û pirsgirêkên li Tirkiyeyê divê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin û bigihêje azadiya xwe û wiha gotin: “Em di her qada jiyanê de li malê, kolanê, dibistanê li kargeriyê tecrîdê hîs dikin. Divê mirov bigihêjin hemû mafên xwe yên destûra bingehîn. Lê dewlet jî li gorî destûra xwe ya bingehîn tev nagere.”  DÎMEN HEYE
 
*Taxa Gazî ya li Stenbolê bi kevneşopiya berxwedan û rêxistinbûna sosyalîst tê zanîn. Di 1995’an de li taxê komkujî pêk hat û 25’emîn salvegera komkujiyê ye. Taxa ku bi zext û êrîşan hat xwestin ku bê tunekirin, hîna jî li berxwe dide.
 
*‘Xelata Aştî, Dostanî û Demokrasiyê’ ya DTO'yê îsal hêjayî Dayikên Aştiyê hat dîtin. Dayika Aştiyê Havva Kiran destnîşan kir ku wan xelatek pîroz girtine û wiha got: “Dayika zarokên xwe ji bo bên kuştin mezin nekirin. Ji bo welatekî azad, ji bo aştiyê ev zarok mezin kirin.”
 DÎMEN HEYE
 
*Navenda Piştevaniya  Jinan  SELIS ya ku ji aliyê qeyûm ve hatî girtin,ji aliyê şaredariya HDP'ê ve dîsa hat vekirin. Têkîldarî xebatên Navenda Jinan rêvebera SELIS'ê Gûlcan Demîr Arslan axivî. BI DÎMEN
 
*Dayikên Qamişlo yên ku bûne şahidên serhildana 12’ê Adarê, çîroka wê rojê û hestên ku jiyane ji me re parve kirin û gotin:”Xemgîniya bi halê kurdan dilê me şewitand, lê vejîna îradeya kurd bi şikandina sînorê koletî û tirsê, hêrsa me geş kir. Ev şerê rêjîma hovane li hember civaka sivîl bû. Zarokên me rûmeta me parastin, em jî îro mîrasê wan diparêzin.” BI DÎMEN
 
*Li Bajarê Xoy a Rojhilatê Kurdistanê erdhêj pêk hatibû û li 5 taxên Elbaka Wanê jî bi awayekî tûnd hatibû hîskirin. Piştî erdhêjê welatî di konan de jiyana xwe didomînin. Jinan diyar kirin ku av ketiye konên wan û nikarin serê zarokên xwe bişon û bang li rayedaran kirin. DÎMEN HEYE 
 
*Civaknas Feryal Saygiligîl bal kişand ser kuştinên jinan û wiha got: “Di qada cemawerî de kuştinên jinan ji rêzê tên dîtin, wek li malê. Dibe ku em hemû ji heman çînê, ji heman rengî nebin. Lê em bi heman awayî tên pelçiqandin. Em qurbana vê pergalê ne.