Hevşaredar Bêrîvan Kutlu birin Rihayê

  • 08:47 12 Adar 2020
  • Rojane
ŞIRNEX - Hevşaredara Cizîrê Bêrîvan Kutlu ya qeyûm tayînî şûna wê hatibû kirin vê sibehê hat binçavkirin.  Berîvan ya ji ber lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Rihayê derbarê wê de daye destpêkirin hatiye binçavkirin birin Rihayê.
  
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê vê sibehê polîsan bi ser mala Hevşaredara Cizîrê Bêrîvan Kutlu de girt. Polîsan li malê lêgerîn pêk anî û piştre Bêrîvan binçav kirin. Hat diyarkirin ku Berîvan ji ber lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê Rihayê derbarê wê de daye destpêkirin hatiye binçavkirin û ew şandin Rihayê.
 
Bêrîvan a ku li Midûriyeta Polîsan a Cizîrê dihat girtin hat ragihandin ku şandin Midûriyeta polîsan a Rihayê.