Bendemayîna li pêş HDP'ê veguherî şer

  • 16:37 11 Adar 2020
  • Rojane
AMED - Malbatên li pêşiya HDP'ê bi hev ketin û malbata polisekî kon terk kir û reviya.
 
Duh di navbera malbatên ku bi hinceta zarokên wan şandine serê çiya, li ber Avahiya HDP'ê ya Amedê bi mehane rûniştî ne, şer derket. Şer di navbera dayik û bavê Mustafa Bîçer ku tê îdakirin ji aliyê HPG'ê ve hatiye revandin û dayik û bavê polis Vedat Kaya ku li navçeya Licê ji aliyê HPG'ê ve hatibû gitin de derket. Nîqaşa ku di bin kon de dest pê kir paşê wergeriya şerê bi kursiyan. Sedema şer nehat zanîn. Piştî ku polis ketin navberê şer bi dawî bû. Lê Malbata Vedat Kaya bertek nîşanî Malbata Mustafa Bîçer da û kon terk kirin. Li gel hemû hewldana polisan a qanihkirinê jî malbata Vedat Kaya reviya û îro nehat pêşiya HDP'ê.
 
Malbatên ku ji şerê di navbera xwe de encamek bi dest nexistin êrîşî avahiya HDP'ê kirin. Ji nav malbatan kesek şimika piyê xwe avêt rêveberekî HDP'ê ku xwest bikeve avahiya HDP'ê. Lê şimik li şûna rêveberê HDP'ê li serê poliseke jin ket.