'Berxwedana gel encam girt'

  • 16:20 11 Adar 2020
  • Rojane
Tolîn Elî
 
ŞEHBA - Şêniyên Efrîn û Şehbayê ji bo agahîgirtina ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan meşek girseyî li dar xistin. Jinên ku tevlî meşê bûne axivîn û gotin: "Em pir kêfxweş in, ji ber me ji Rêber Apo agahiyek girt û em soz didin em ê xeta têkoşînê dewam bikin."
 
Şêniyên Kantona Şehbayê bi armanca kêfxweşiya xwe bi agahîgirtina ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nîşan bidin meşek girseyî li dar xistin. Di meşê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsa "Bi rihê jina azad em ê pergala Îmraliyê hilweşînin", "Komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo komployek li dijî vîna gelan, demokrasî û aşîtiyê ye" hatibûn hildan. Jinên ku tevlî meşê bûn nêrînên xwe anîn ziman.
 
'Berxwedana gel encam girt'
 
Endama Komîteya Perwerdeyê Hacer Silêman derbarê hevdîtina ku bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re pêk hatiye de,  kêyfxweşiya xwe wiha par vekir: "Piştî ku agir li daristana Girava Îmraliyê ket, hemû gel rabûn serhildanê da ku  ji Rêberê xwe agahiyek bigirin û berxwedana ku hatiye kirin encam girt, malbat çû bi Rêber Apo re hevdîtin pêk anî. Azadiya me bi azadiya Rêber Apo re girêdayî ye. Rêber Apo ji bo mafê kurdan û hebûna kurdan her têdikoşe. Di roja îro de milyonan mirov li pey şopa Rêber Apo ne. Bila dijimin baş bizanibe ku bi kiryarên qirkirinê wê nikaribe vîna me bişkîne."
 
'Heta Rêberê xwe ji zindanê rizgar bikin em ê têbikoşin'
 
Ji Rêveberiya Çand û Hunerê ya herêma Efrînê, Dilşan Mihemed Mistafa tecrîda ku li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin şermezar kir û wiha got: "Ev 21 sale Rêber Apo di zindana Îmraliyê de dîlgirtî ye. Dewleta tirk her ku diçe tecrîdê giran dike. Em jî wek gel vê tecrîdê qebûl nakin û bi tund şermezar dikin. Heta em Rêberê xwe ji zindanê rizgar bikin em ê têbikoşin. Azadiya Rêber Apo azadiya Gelê Kurd e."
 
'Em ê xeta têkoşînê mezin bikin'
 
Fîdan Heyder jî kêfxweşiya xwe wiha parve kir: "Em pir kêfxweş in, ji ber me ji Rêber Apo agahiyek girt û em soz didin em ê xeta têkoşînê mezin bikin. Rêber Apo heviya bidestxistina azadiya jiyanê ye. Em ê wek kurd jî ji bo doza xwe her têbikoşin."