Li Amed û Sakaryayê gûmana vîrusa Koronayê

  • 15:17 11 Adar 2020
  • Rojane
AMED - Li Amed û Sakaryayê du kes bi gûmana vîrusa Koronayê gitin bin çavdêriyê. 
 
Li Amed û li Sakaryayê bi gûmana Korona vîrus yek jê jin û yek jî mêr rakirin nexweşxaneyê. Li navçeya Sapanca ya Sakaryayê, kesekî ku ji umreyê vegeriyê bi gazinca kuxikê serî li Nexweşxaneya Sapancayê da. Kesê ku mudaxeleya yekem lê hat kirin bi gûmana ku bi Korona ye girtin bin çavdêriyê.
 
Herwiha li Amedê jî li Nexweşxaneya Gazîyaşargilê kesek bi gazinca laşê germ, bi gûmana vîrusê girtin tedawiyê. Ji ber vê rewşê beşa lezgîn a nexweşxaneyê ji bo demekê hat girtin.
 
Xebatkarên tendirustiyê diyar kirin ku germahiya lêşê nexweş kêm bûye û ji bo ku bê tespîtkirin bê nexweşî korona ye yan ne korona ye wê pitî testê diyar bibe.