Ambargo û dorpêça li ser Mexmurê di roja 238 an de ye

  • 14:19 11 Adar 2020
  • Rojane
MEXMÛR - Embarguya li ser wargaha penaberan a Şehid Rustem Cudî(Mexmur) di roja 238’an de berdewam dike. Lê li gel hemû zor û zehmetiyan jî jinên wargehê ji bo zarokên xwe xwedî  bikin her karî dikin.
 
 Embarguya li ser wargaha penaberan a Şehid Rustem Cudî(Mexmur) di roja 238’an de berdewam dike û Li aliyekî jî metirsiya çeteyê DAÎŞ'ê li ser wargehê jî berdewam e. Herî dawî beriya du rojan şerek di navbera çeteyên DAIŞ’ê û hêzên Koalîsyon de li Çiyayê Qereçuxê yê pişta wargehê derket û di şerê ku derket de 20 çete û 2 leşkerên Koalasyunê  hatin kuştin. Li gel van hemû zaroî û zahmetiyan şêniyên wargehê jî ji bo li ser piyan bimînin û daebara mala xwe bikin têkoşînê didin. 
 
Şaredariya wargehê ji bo pişgiriya şêniyên wargehê bike komek jin li parka Şehid Zehra peywirdar kirin. Jinên ku dixwebitin li gel hemû zahmetiyên kar jî kêfxweşin ku wan karek ji bo xwe dîtine ku pê zarokên xwe xwedî bikin.