Li Stenbolê starta Newrozê hat dayin: Navê vî agirî Şoreşa Rojava ye

  • 13:58 11 Adar 2020
  • Rojane
 
 
STENBOL - Hevberdevka HDK'ê ya Stenbolê Gurbet Aydogdu diyar kir ku agirê Newrozê ji her demê bêtir geş dibe û wiha got:"Navê vî agirî Şoreşa Rojava ye."
 
Koordînasyona Newrozê ya Stenbolê bi dirûşma "Demokrasî, edalet, azadî" li Navenda Giştî ya HDK'ê bi daxuyaniya çapemeniyê starta Newroza 2020'an da.
 
Li eywana ku daxuyanî hat dayin pankartên bi navê "Em agirê Newrozê geş bikin faşîzmê têk bibin","Ji bo azadî, yekîtî û demokrasiyê bijî Newroz" hatin daliqandin. Hevberdevka HDK'ê ya Stenbolê Gurbet Aydogdu, Hevserokên HDP'ê yê Stenbolê Erdal Avci, Elîf Bulut, hevkarên HDK'ê û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. 
 
'Navê vî agirî Şoreşa Rojava ye'
 
Gurbet Aydogdu metna Newrozê xwend. Gurbetê wiha got:"Newroz wekî hişyariya gel a ji nû ve her sal tê pîrozkirin. Newroz li Mezopotamyayê li dijî zilmê cejna serîhildanê ye. Li her derê cîhanê li dijî desthilatdaran Gelê Kurd li berxwe dide. Bi alîkariya desthildatdaran li ser axa me mêtingeriyek tê avakirin û çeteyan tê xwestin ku em ber bi tariyê ve biçin. Lê li dijî zilmê agirê Newrozê ji her demê bêtir geş dibe. Navê vî agirî Şoreşa Rojava ye. Li ser vê axa ku ji gelek şaristaniyan re malovantî kiriye aştiyek mayinde pêkan e." 
 
'Em ê gerandina govendê bidomînin'
 
Piştî daxuyaniyê Erdal Avci wiha got:"Em bi dirûşma 'Ji bo Newroza Stenbolê milyonek' li dijî bloka faşîst a AKP-MHP'ê biherikin qadên Newrozê. Ew ê elbest gel polîtikayên bloka faşîst a AKP-MHP'ê vala derxe. Em ê gerandina govendê bidomînin."