Şaredariya Mexmûrê li dijî nexweşiyan dest bi paqijiyê kir

  • 13:45 11 Adar 2020
  • Rojane
 
 
MEXMÛR - Şaradariya wargeha penaberan a Şehid Rustem Cudî (mexmur) dest bi paqijkirina sereban kir. Li ser xebatên şaradariyê endama şaradariyê Şirin Yaman wiha got: “Li gori derfetên xwe ji bo ku em xwe ji nexweşiyên wekî şewbê biparêzin me dest bi kar û barê paqijiyê kir.”
 
Li Wargeha Mexmûrê ku bi mehan e di bin dorpêçê de ye şêniyên li wargehê dimînin hewl didin ku bi derfetên xwe li ser piyan bimînin û ji bo jiyaneke paqij û aram têkoşîna xwe berdewam dikin. Di çarçoveya van kar û xebatan de di vê serdema ku vîrusa Korenayê bûye bela serê cîhanê şaredariya wargehê jî dest bi kar û barê paqijiyê kir ku şêniyên li wargehê ji nexweşiyên wekî şewan biparêze. 
 
Xebatkarên şaredariya wargehê ku li dijî hemû bêderfetiyan karê xwe berdewam dikin dest bi paqijkirin û çêkirina sereban kirin. Xebatkar serebên heyî paqij dikin û li cihê ku sereb tune ne jî serebên nû vedikin. Derbarê xebatên şaredariyê de xebatkara şaredariyê Şirin Yaman axivî û wiha got: “ em weki şaradariya wargehê dixwazin ji bo gelê xwe xebatê bikin û xebatên me yên niha di derbarê paqijiya wargehê de ne. Ji ber ku serebên heyî nêzi malane û nêzi dibistane ne û em naxwazin bandora neyînî li ser tendirustiya gelê me bikin  li gori derfetên xwe me dest bi  pêngava çêkirin û paqij kirina serebên wargehê kir. Bi van hewldanan em dixwazin ku em şêniyên wargehê ji nexweşiyên wekî şewbê biparêzin."