Ew ê Newroza Mêrdînê di 21'ê Adarê de li Nisêbînê bê pîrozkirin

  • 12:25 11 Adar 2020
  • Rojane
MÊRDÎN - Rêxistina HDP'ê ya Mêrdînê derbarê Newroza ew ê îsal bi dirûşma "Ji bo edalet, demokrasî û azadiyê" bê pîrozkirin daxuyanî da. Di daxuyaniyê hat gotin ku ew ê li sê navçeyan Newrozê pîroz bikin û ew ê fînal li Nisêbînê be.  
 
Rêxistina HDP'ê ya Mêrdînê derbarê Newroza ew ê îsal bi dirûşma "Ji bo edalet, demokrasî û azadiyê" bê pîrozkirin li avahiya xwe daxuyanî da. Parlamentera HDP'ê Tuma Çelîk, rêxistinên navçe û bajêr ên HDP'ê beşdarî daxuyaniyê bûn. 
 
'Ew ê fînala Newrozê li Nisêbînê be'
 
Hevserokê HDP'ê yê Mêrdînê Salih Kuday di daxuyaniyê de axivî. Salih wiha got:"Komisyonên me hatin avakirin. Em ê li sê navçeyan Newrozê pîroz bikin û ew ê fînal li Nisêbînê be. Em ê di 18'ê Adarê de li Kerboranê, di 20'ê Adarê de li Qoserê, di 21'ê Adarê de li Nisêbînê Newrozê pîroz bikin. Em hemû şêniyên Mêrdînê dawetî Newrozê dikin."
 
Tuma  Çelik jî bi Suryanî axivî û Cejna Newrozê ya şêniyên Mêrdînê pîroz kir û herkes dawetî pîrozbahiyên Newrozê kir.