Starta Newrozê hat dayin: Bi rihê yekîtiya neteweyî em dakevin qadan

  • 12:16 11 Adar 2020
  • Rojane
AMED - Tevger û partiyên siyasî yên Kurd starta Newrozê li Amedê dan. Di startê de bi rihê yekîtiya neteweyî hemû kes dawetî qada Newrozê hat kirin.
 
Starta Newrozê ya ku ew ê îsal bi dirûşma "Ji bo azadî, ji bo yekîtiyê demokrasî" bê pîrozkirin, li Amedê hat dayin. Li otelek Sûra Amedê civîna çapemeniyê hat lidarxistin. Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Azadî, Komeleya Demokratîk û Şoreşger a Kurd (DDKD), Partiya Azadî û Mirovan (PIA), Partiya Komînist a Kurdistanê (KKP), hevberdevk û Hevserokên Partiya Demokratîk a Kurdistanê (KDP-Başûr), parlamenterên HDP'ê beşdarî civîna çapemeniyê bûn. Li eywana ku civîn lê hat lidarxistin pankartên bi nivîsa "Rihê Newrozê yekîtiya neteweyî","Ji bo azadî, yekîtî, demokrasiyê werin Newrozê" hat daliqandin. 
 
Kurmanciya metna Newrozê ji aliyê Serokê Giştî yê PIA'yê Mehmet Kamaç a tirkî jî ji aliyê Hevserokê KCD'ê Berdan Oztur ve hat xwendin. 
 
Di metna ji bo Newrozê de wiha hat gotin:
 
"Erdnîgariya Kurdistanê, ligel şerê bi hezaran salan, qetlîam û koçberkirinê bi saya hilberîna axa xwe ya bi bereket malovanî ji gelan, baweriyan û çandan re kiriye. Gelê Kurd ê qedîm bi hezaran sal in ku li ser vê erdnîgariyê dijî, bi serdeman e bi gelên cîran re di nava aşitiyê de jiyaye, destwerdanî tu ziman û çandan nekiriye, çav bera axa kesî nedaye, bi rûmetdarî jiyana xwe berdewam kiriye.
Li hêleke vê axa dîrok zilm û qetlîam, li hêla din jî daîma kevneşopiya berxwedanê pêş ketiye. Gelê Kurd li hemberî zaliman di warê berxwedanê de bûye hêza pêşeng, bi salan e li hemberî Dehaqên zalim Kawayê berxwedêr afirandiye.
 
Gelê Kurd bi hezaran salan e ji bo mezinkirina berxwedanê her sal di 21'ê adarê de vê rojê wekî cejna zayina ji nû ve, nûjenbûn, berxwedan û hêviyê pîroz dike. Agirê Newrozê ji bo Kurdan bûye sembola, berxwedan û paqijiyê.
 
Gelê Kurd dê îsal jî li hemberî zilm, pêkûtî, înkarkirin, îmhakirin û girtinan ji bo bibe dengê aştî, azadî û wekheviyê dê dakeve kolan û qadan. Ji bo jiyaneke çawa? Û daxwazên xwe yên rewa bîne zimên û biryarbûna xwe ya têkoşînê nîşanî hemû raya giştî ya cîhanê bide dê bi tevlîbûna mîlyonên ku dîlanê digirin dê agirê Newrozê geş bikin. Kurd dê careke din li hemberî yekperestiya ku li gelan tê ferzkirin, ji Amedê heta Mahabadê, ji Hewlêrê heta Kobanê bi gelên cîran re biqêre ku wekhevî, azadî û pirdengî ne bê îmkan e.
 
Em îsal jî di bin siya şer, xizanî û bêçareseriyê de Newrozê pîroz dikin. Bi rihê Newroza ku li hemberî zilma dîrokî û redkirina newekheviyê vejiyaye, îro jî li dijî şer, bêedaletî û polîtîkayên înkarkirinê gotina me heye.
 
Di Newroza ku dê bi mîlyonan kes dakevin qadan de; 
 
Em dê nîşan bidin ku daxwazên siyasî yên gelê Kurd ne mijara bazariyê ya hêzên şer e. Ji bo avakirina jiyana di nava aşitiyek bi rûmet, wekhev û azad em dê hemû qadên jiyanê bi rêxistin bikin. Em dê jiyana axatî û koletiyê ya ku li ser me tê ferzkirin teqez qebûl nekin. Bi vê munasebetê em ê banga piştevaniyê li tevahî Raya Giştî ya Navnetewî û dostên xwe bikin.
 
Ji bo aştiya Rojhilata Navîn em dê bang li tevahî gelên cîhanê bikin ku li hemberî şerên hegemon ên tê kûrkirin dengê xwe bilind bikin.
Em ê ji bo neheqî û bêhiqûqiyên li hemberî girtiyên dîl hatine girtin, Birêz Abdullah Ocalan ê ku 21 sale di bin tecrîda giran de ye, girtiyên nexweş û hemû girtiyên siyasî azadiyê biqêrin. Em dê jin, ciwan û kalepîr ji bo daxwazên jinan ên azadî û jiyana hevpar ku bi berxwedana xwe hêz dane me û berxwedanê nîşanî me dane biqêrin.
 
Li hemberî sermiyedarkirina av, çem, daristan û bajarên xwe, em dê li dijî hilweşandina dorhêl û texrîbatên li xwezaya ku ji qadên me yên jiyanê pêk tên bêjin raweste. Em dê daxwaza xwe ya; cîhana ku tê de mirov ji birçîna întixar nakin, ji bo hûnandina jiyana wekhev û mirovî ku tê de mêtingerî tune be biqêrin. Em dê di serî de daxwaza rakirina astengiyên li pêş siyaseta demokratîk, rêveberiyek wekhev, azad û adilane biqêrin.
 
Dê Newroza 2020'an bibe platforma ku, gelê Kurd tê de bi coş û kelecanek mezin daxwazên xwe yên siyasî biqêre. Em di serî de gelê xwe, hemû dostên xwe, rêxistinên saziyên sivîl, jin, ciwan û rêxistinên xweza û dorhêlparêzan dawetî pîrozbahiya Newroza 2020'an dikin.
 
Ji hemû deman bêhtir em nêzî azadiyê ne! 
Û bawerî, biryarbûn û hêviya me ji ya hemû deman bi hêztir e.
Bi ruhê yekîtiya Netewî û ber bi aşitiyek bi rûmet ve
Em dê bi serkevin, Teqez em dê bi serkevin...