Wezareta dadê wîrusa Koronayê aşkera kir
- 11:42 11 Adar 2020
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca, li Tirkiyeyê belavbûna vîrusa Koronayê aşkera kir û got: "Di encama testa li ser welatiyekî hat kirin de vîrus hatiye dîtin."
Wezîrê Tendirustiyê Fahretîn Koca, derbarê vîrusa Koronayê de ku li cîhanê belav dibe li Enqeryê daxuyaniyek da û got: "Li Tirkiyeyê cara yekê welatiyekî me yê ku bi gûmana vîrusê rakirine nexweşxaneyê di encama testa jê hatiye girtin de pê re vîrus hatiye dîtin."