Li Gîrtîgehên Tarsûs û Tekîrdagê binpêkirinên mafan didomin

  • 09:06 11 Adar 2020
  • Rojane
MÊRDÎN - Xewlet Oncu ya ku xwişka wê li girtîgeha Tarsus û birayê wê jî li girtîgeha Tekîrdagê dimîne, balkişand ser binpêkirinên mafan yên kêfî û banga hestiyariyê kir.
 
Binpêkirinên mafan yên li girtîgehan bê navber didomin û li hemû girtîgehan bi hincetên cuda mafên ragîhandinê tên astengkirin. Yek ji girtîgehên ku qedexeya rojname, kovar, pirtûk, radyo, name, qedexeya hevdîtinan û telefonan, lê tê jiyîn girtîgeha Jinan a Tarsusê ye. Hevşaredara Stewrê Gulîstan Oncu jî li girtîgeha Tarsûsê ye. Xwişka wê Xewlet Oncu, der barê binpêkirinên mafan de banga hestiyariyê li rayagiştî kir.
 
Xewletê bi lêv kir ku meha borî çûye hevdîtina Gulîstanê û diyar kir ku ne lênûsk û ne jî rojnameyê didin girtiyan û got: “Li nezî koxuşa jinan ava kanalîzasyonê derbas dibe. Ji ber vê girtî ji bîhna nikarin razên. Di hevdîtina dawî de gotin ji dora girtîgehê bîhna kanalîzasyonê tê. Ji bîhna nikarin xwarinê bixwin û razên. Me lênûskek ji Gulîstanê re şandibû bi mehane nedanê. Rojnameyan nadinê. Xwarinên wan nayên xwarin. Li ser wan zextek mezin heye.”
 
Xewletê di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku birayê wê jî li girtîgeha Tekîrdayê ye û pirsgirêkên wir jî wiha ragîhand: “Birayê min 20 sale di girtîgehê de ye. Girtiyan li wir nabin nexweşxanê. Nexweşiyek hebe derman nakin. Di hevdîtina dawî de girtiyan pir kîlo dabûn. Niha li girtîgehan zext hene. Bela sedem îşkencê li mirovan dikin. Divê hemû kesên mafê mirovan diparêzin li dijî vê bêdeng nemînin. Divê demildest çareseriyek bê dîtin.”