‘Tecrîda li hember rêbertiyê li hember Gelê Kurd e’

  • 09:05 11 Adar 2020
  • Rojane
WAN - Jinan diyar kirin ku divê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bidawî bibe û gotin: “Bila kes bêdeng nemîne, ev bi vî awayî nikare derbas bibe.”
 
Di encama grevên birçîbûnê de tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan piştî 8 salan şûnde hatibû rakirin û di 2’ê Gulanê, 22’ê Gulan, 12 Hezîran û 7’ê Tebaxa 2019’an de parêzer çibûn hevdîtinê û malbat jî di 12’ê Tebaxê de çibûn hevdîtinê. Lê piştî vê tecrîd dîsa ket dewrê û daxwazên parêzer û malbatan hatin redkirin. Di rojên borî de li Îmraliyê şewat derketibû û li ser bertekên gel, malbata Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş hevdîtin pêk anîbûn. Piştî hevdîtinê jinan diyar kirin ku tecrîd hîna jî didome.
 
‘Em qebûl nakin’
 
Muhteber Bor ya li Artemêta Wanê dijî, bi lêv kir ku divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi dawî be û wiha berdewam kir: “Tecrîda li ser Rêbertiyê li ser Gelê Kurd e. Divê kurd rabin ser piyan û li cihê xwe nesekinin. Em vê qebûl nakin.”
Sînem Bor jî bertek nîşanê tecrîdê da û berteka xwe wiha anî ziman: “Divê kes bêdeng nemîne, ev wisa nikare derbas be.”
‘Bila kezeba dayikan neşewite’
 
Cemîle Akban jî diyar kir ku divê êdî aştî pêk bê û riya vê jî ji Îmraliyê derbas dibe û wiha dawî lê anî: “Bila kezeba dayikan êdî neşewite.”
 
Emîne Demîragaç jî wiha bi lêv kir: “Desthilatdarî naxwaze ku Gelê Kurd aştiyê bixwaze. Hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re jî ji ber vê sedemê tên astengkirin. Êdî em aramî û aştiyê dixwazin.”