ROJEVA 11'Ê ADARA 2020'AN

  • 09:00 11 Adar 2020
  • Rojev
* Jinên ciwan ên li navenda Berfîn a Hesekê perwerdeyê dibînin gotin: "Perwerdeya me ji bo parastina jiyana mirovan e. Em jinên ciwan di nava şoreşê de li gorî xeyal û armancên xwe bijîn." BI DÎMEN 
 
*Çîgdem Kuzucu 6 sal berê kurê xwe Erdî Berkay Gulmez ji nexweşiya losemî winda kiribû. Çîgdemê piştî mirina kurê xwe bi armanca balê bikşîne nexweşên losemî û alîkariya wan yê li bende naqlê ne li ser çapemeniya civakî koma ‘ji 1000 dildarî tu jî dikarî bibî 1’ û ji hezaran kesî re bû hêvî.
 
*Li Geverê şêniyên taxa Esentepe diyar kirin ku piştî qeyûm tayînê şaredariya Geverê bûye av jî nayê û gotin ji bo zarokên xwe bişon berfê dihelînin. BI DÎMEN 
 
*Jinan diyar kirin ku divê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bidawî bibe û gotin: “Bila kes bêdeng nemîne, ev bi vî awayî nikare derbas bibe.” BI DÎMEN
 
* Xewlet Oncu ya ku xwişka wê li girtîgeha Tarsus û birayê wê jî li girtîgeha Tekîrdagê dimîne, balkişand ser binpêkirinên mafan yên kêfî û banga hestiyariyê kir. BI DÎMEN 
 
*Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz geşedanên siyasî yên dawî nirxand û got: “Divê demildest qadeke têkoşîna hevpar bê afirandin û divê em ji vê desthilatdariya ku li ser pişta Tirkiyeyê bûye bar, xilas bibin.” BI DÎMEN
 
*Hunermend Baran Bozyel ya bi NÇM’ê xwe kîfş kir, klamên gelerî di albuma xwe de tîne gel hev û berhemên nû derdixe holê. Baranê, kurdî ya ku zimanê dayikê ya muzîkê jî pêş xist û wiha got: “Em tenê zimanê rojane diaxivîn. Lê min ferq kir ku estetîk û wêjeya zimanê dayikê çiqas kûr e." BI DÎMEN 
 
*Serpîl Kemalbay a HDP’î daxwazên wan di 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de derketine holê nirxand û got: “Berxwedanê mohra xwe li 8’ê darê da. Jin jiyanek nû dixwazin.”