Heyeta HDP'ê çû serdana erdhejzedeyan

  • 15:36 10 Adar 2020
  • Rojane
WAN - Heyeta HDP'ê li wanê çû serdana welatiyên ku ji ber erdhejê malên wan û axurên sewalên wan zerar dîtine.
 
Heyetek ji Partiya Demokratîk a Gelan a Rêxistina HDP'ê ya Wanê, çû serdana welatiyên li navçeya Wanê ya Elbakê ku ji ber erdheja li bajarê Xoyê yê Rojhilat di 23 sibatê de pêk hat ku di encamê de 10 kesî jiyana xwe ji dest da û li taxên wekî Elîbîs, Xanik û Qaşkolê serdana welatiyan kir.
 
Heyeta HDP'ê di serdana xwe de bi welatiyan re hat cem hev û pirsgirêkên wan guhdar kir.