Li Cizîrê dayik û lawê xwe hatin binçavkirin
- 14:00 10 Adar 2020
- Rojane
ŞIRNEX - Li Cizîrê di serdegirtinên malan ku hatin kirin de dayik û lawê xwe hatin binçavkirin.
Li navçeya Cizîr a Şirnexê li taxa Yasefê di setên serê sibehê de bi ser malan de hat girtin û di encamê de Zubeyde Akdogarn û lawê wê Ahmet Akdogan hatin binçavkirin.
Di çarçoveya lêpirsîna ku li Wanê hat kirin dayik û lawê wê ku hatin binçavkirin hat ragihandin ku birin Muduriyeta Emniyetê ya navçeyê.