'Bila hemû rojnamegerên girtî bên berdan'

  • 12:54 10 Adar 2020
  • Rojane
AMED - MKGP, DFG û TGS'ê li dijî girtîn û binçavkirina rojnamegeran daxuyaniyek hevpar dan û gotin: "Em wekî hempîşe û rêxistina rojnamegeran bi israr diyar dikin ku erka me ew e ku em cemaweriyê rast agahdar bikin û mafê azadiya agahiyê biparêzin. Ji ber vê yekê em ji agahiya rast û rastagahdarkirinê tawizan nadin. 
 
Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP), Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Nûnertiya Sendîkayên Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) li avahiya TGS'ê li dijî girtina rojnamegeran daxuyaniyêke hevpar dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku rojnamegerî ne sûc e. 
 
Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku mixabin li welat zextên li ser rojnamegeran her ku diçe zêde dibe û her roj rojnameger tên girtin û daxuyanî wiha dom kir: "Sê rojnamegerên din jî, ji ber nûçe çêkiribûn hatin girtin û tevli rojnamegerên girtî bûn. Ji serê meha adarê heta niha 8 rojnameger hatin girtin. Di roja ewil a adarê de Rojnameger Alptekin Dursunoglu hat girtin. Alptekîn ku bi hinceta parvekirinên medya civakî di 29'ê sibatê de hat binçavkirin, li dadgehê bi sûcdariya 'Gel li dijminantiyê sor kiriye'  hat girtin."
 
Di daxuyaniyê de behsa Rawîn Strêk û Îdrîs Sayilgan hat kirin û wiha gotin: "Disa nûçegîhanê Rûdaw TV Rawîn Strêk ku li ser sînorê Edîrne û Yûnanîstanê di di 29'ê sibatê de nûçeyên penaberan dişopand hat binçavkirin û di 6'ê adarê de li Enqereyê bi sûcdariya "Propaganda rêxistinê kiriye" hat girtin. Di heman rojê de nûçegîhanê Ajansa Mezopotamya Îdris Sayilgan hat binçavkirin û di 2'ê adarê de hat girtin. Îdrîs, li ser îtiraza parêzeran di 3'ê Adarê de hat berdan." 
 
'Weşana Oda Tv hat astenkirin'
 
Di daxuyaniya ku hatî dayîn de girtina û binçavkirina nûçegihan û rojnamegeran wiha hat bi rêzkirin: "Di 05'ê adarê de Midûrê Nûçeyan ê Odatv Bariş Terkoglu û nûçegîhan Hulya Kilinç ên 4'ê adarê hatibûn binçavkirin bi hinceta di 3'ê adarê de nûçeyek der barê endamên MÎT'ê de weşandine, bi îdîaya 'Agahî û belgeyên der barê xebatên îstîxbaratê de aşkere kirine' hatin girtin. Di êvara 5'ê adarê de Saziya Ragihandina Teknolojî û Agahiyan (BTK) weşana Oda Tv asteng kir. 
Di 06'ê adarê de dîsa gerînendeye weşanê yê Odatv Odatv Bariş Pehlivan piştî dozgerê îfadeya wî girt, li dadgehê hat girtin. Ji ber heman nûçeyê dozger bang li rojnamegerên din kir. Di 7'ê adarê de dozger bang li rojnamegerên û gerînendeyê gişti yê rojnameya Yenî Yaşamê Mehmet Ferhat Çelik û midûrê karên nivîsan Aydin Keser û edîtora rojnameyê Semîha Alankuş û nivîskarê rojnameya Yenîçagê Murat Agirel kir û li dozgeriyê îfadeya wan girt. 
 
'Biryara qedexeya derketina dervê hat dayîn'
 
8'emîn Dadgeha Cezayê Sulhê ya Stenbolê, der barê rojnamegeran de biryara qedexeya derketina dervêyî welat hat dayîn û piştre serbest hatin berdan. Lê li ser îtîraza dozger, Aydin Keser û Ferhat Çelîk di 8'ê adarê de hatin binçavkirin. Polîsan bi ser mala Ferhat Çelîk de girtin û ew birin îfadeyê. Der barê rojnameger Murat Agirel de jî biryara girtinê derxistin. Rojnameger Aydin Keser, Ferhat Çelîk û Murat Agirel li dadgehê hatin girtin."
 
'Zêdeyî 100 rojnameger girtî ne'
 
Daxuyaniya ku hatî dayin de hat destnîşan kirin ku zext û tundiya li hemberî rojnamegeran fikaran zêdetir dikin û wiha hat bi lêv kirin: "Tirkiye di nava cîhanê de di aliyê rojnamegeriyê de sicîla wê xerab e. Di nava hefteyekê de tundî û zextên zêde yên li ser rojnamegeran me dixe nava fikaran. Bi taybetî piştî Odatv têkildarî Endamê MÎT'e yê li Lîbyayê jiyana xwe ji dest da kir nûçe, muameleya “Nûçeya talûke' kirin û li ser hev 6 rojnameger girtin. Girtina 6 rojnamegeran rewş û halê rojnamegeriya ku hatiyê nîşan dide. Berê zêdeyî 100 rojnameger girtî bûn. Bi girtinên dawî hêjmarek din li 100 rojnamegerên din zêde kir."
 
'Rojnamegerî ne sûc e'
 
Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku ji bo agahiyên rast tu carî ji rastiyan tawîz nadin û di dawiya daxuyaniyê de wiha hat got: "Em wekî hempîşe û rêxistina rojnamegeran bi israr diyar dikin ku erka me ew e ku em cemaweriyê rast agahdar bikin û mafê azadiya agahiyê biparêzin û bigînin gel. Ji ber vê yekê em ji agahiya rast û rastagahdarkirinê tawizan nadin. Em carek din li vir bang dikin. Destê xwe ji ser rojnamegeran bikişînin. Demek berî demekê hempîşeyên me yên li girtîgehan serbest berdin. Divê êdî bê famkirin ku #RojnamegerîNeSûce!" 
 
'Em ê rojnamegeriyê bidomînin'
 
Di dawiya daxuyaniyê de berdevka MKGP'ê Ayşe Guney axivî û diyar kir ku azadiya çapemeniyê, mafê mirovan e û got: "Her roj rojnamegerek tê binçavkirin, tê berdan û piştre tên girtin. Rojneger hedef tên girtin û di nav van şert û mercan de hewl didin ku bixebidin. Ligel zext û zordariya hejmara rojnamegeran zêde ye û em ê rojnamegeriyê jî bidomînin. Em meşaleya di destê xwe de ya ku rêyamê ronî dike bernadin. Em ê bi heqîqatê, bi kedê û werektiyê rêya xwe ronî bikin."
 
Her wiha li Stenbol, Enqere, Edene û Îzmîrê jî derbarê girtin û binçavkirina rojnameger û nûçegihan de Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê daxuyanî dan û bal kişandin ser rewşa rojnamegerên ku bi azadî nikarin karê bikin û gotin: "Gelo li Tirkiyeyê çi tê weşartin."