Jinên zarokên wan di şerê DAÎŞ'ê de hatin kuştin: Bila dawî li vî şerî bînin

  • 09:14 10 Adar 2020
  • Rojane
Şehrîban Abî
 
WAN - Jinên di êrîşên DAIŞ’ê yên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, zarokên xwe winda kirine, gotin: “Çi karê Tirkiyeyê li axa Rojava heye? Bila pirsgirêkên gelên li welatê xwe çareser bike. Bila ev zîhniyeta şer êdî bidawî be.”
 
Êrîşên Hêzên Çekdarî yên Tirk (TSK) û komên girêdayê wê yên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 9’ê cotmeha 2019’an de hatibûn destpêkirin didomin û bi êrîşan bi sedan kesî jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran kes ji cihên xwe bûn. Jinên ku zarokên wan di têkoşîna li hember çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dset dane bang li hikûmetê kirin ku bila demildest şer bidawî be.
 
‘Bila dawî li vî şerî bînin’
 
Hatîme Durmaz ya ku kurê wê li Kobanê di êrîşên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest daye wiha got: “Kurê min got ‘wijdana min dest nade, gelê me li wir tê qetil kirin, ez niharim li vir rehet runim’. Tevî hemû hewldanan min pêşî lê negirt. Got ‘ez diçim Stenbolê dixebitim’. 4 meh şûnde ez hînbûm ku çûye Rojava. Ji wê rojê heta niha êrîşên li hember Bakur û Rojavayê Sûriyeyê didomin. Bila êdî dayik negirîn. Bila dawî li vî şerî bînin.Em Kurd mafên xwe dixwazin. Me gelek şehîd dan. Em divê heta dawî têkoşîna wan bidomînin.”
 
‘Divê em ji bo zarokên xwe dest bidin hev’
 
Sîsê Şeybak jî ya di salên 90’î de ji Mukus a Wanê ji ji ber pergala cerdevaniyê koç kiriye got: “Zextên li hember Kurdan bi salane didomin. Çi dibe bila bibe divê em dest ji têkoşînê bernedin. Em dayik aştiyê dixwazin. Zarokên me di êrîşên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dan. Ji bo zarokên me nemirin divê em bi gelên Tirkiyeyê re destên xwe bidin hev.”
 
‘Tirkiye bila pirsgirêkên xwe çareser bike’
 
Ayşe Nîlîm jî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi bîr xist û destnîşan kir ku tevî hemû bangên aştiyê, li Tirkiyeyê polîtîkayên desthilatdariyê neguherîne û wiha pê de çû: “Çi karê Tirkiyeyê li Rojava heye? Bila li welatê xwe ji bo pirsgirêkan çareseriyan bîne. Keça min niha li Rojava têdikoşe. Bila zarokên me nemirin. Bila ev zîhniyeta şer bidawî be.”