ROJEVA 10'Ê ADARA 2020'AN

  • 09:00 10 Adar 2020
  • Rojev
*Hunermend Yasmîn Esker diyar kir ku armanca wê ya stranbêjiyê ew e ku dengê Tebqayê ragihîne tevahiya cîhanê û got: "Divê jin ji bo ku armancên xwe pêk bîne têkoşîn bike." DÎMEN HEYE
 
*Oznûr Şen wekî welatiyên din ji ber qeyrana aborî pirsgirêka aboriyê dijî. Oznur li kolanên Amedê sako û çakêtan difroje û zarokên xwe xwedî dike û got: "Ji ber qeyrana aborî em neçar man ku bên Amedê û em li vir jî li dijî xizaniyê têkoşîna jiyanê didin." 
DÎMEN HEYE
 
*Parêzer Arzu Aydogan diyar ku piştî qetilkirina Emîne Bulut, Wezareta Karê Hundir û Midûriyeta Emniyetê bi hev re KADES yanî Pêkanîna Piştgiriya Jinan amade kiriye û kiriye meriyetê û got ev têr nake. Arzuyê wek pêşniyara çareseriyê Peymana Stenbolê nîşan da.
 
*Civata Reqsê ya Mezopotamyayê di 15 saliya xwe de bi projeya ‘Bi dengê dengbêjan’ derdikeve ser dîkê. Di projeyê de klamên Şakiro, Meryem Xan û Sûsika Simo bi reqsê re di bedenekê tên cem hev.
 
*Xwişka Denîzan, Şekîbe Çelenk jiyana xwe ji dest da. Keça wê Serpîl Guvenç got: “Heta dayika min çû ser dilovahiya xwe serhildana xwe jiya. Digot ‘heta Demîrel nemire ez namirin, ez ê mirina wî bibînim.’ Jinek serhildêr bû. Li dijî şert û mercan û xerabiyê serî hildada. Helal be ji Şekîbe Çelenk re, Helal be ji dayika min re. Ew di heman demê de rêhevala min bû.” DÎMEN HEYE 
 
*Ji Komîsyona Îltîca û Koçberiyê ya Baroya Îzmîrê parêzer Gîzem Metîndag, diyar kir ku YE, Yewnanîstan û Tirkiye qedexeya îşkence û ezyet binpê dike û li dijî vê mekanîzmayên divê ceza pêk bînin bêdeng dimînin û ji nedîtîve tên.
 
*Jinên di êrîşên DAIŞ’ê yên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, zarokên xwe winda kirine, gotin: “Çi karê Tirkiyeyê li axa Rojava heye? Bila pirsgirêkên gelên li welatê xwe çareser bike. Bila ev zîhniyeta şer êdî bidawî be.”