'Em hêvî dikin ew ê hemû jin bigihêjin azadiya xwe'

  • 16:05 9 Adar 2020
  • Rojane
Almas Nayif-Viyan Said
 
ŞENGAL - 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê li Şengalê bi coşeke mezin bi rengê jinê hate pîrozkirin. 
 
Jinên Şengalê bi pêşengiya Tevgera Jinên Êzîdî ( TAJÊ) 8 'ê Adarê bi coşeke mezin pêşwazî kirin. Jinên Êzidî bi dirûşma 'Em ê bi rihê 8 'ê Adarê tola jinên Êzidî hilînin û xweseriya Şengalê misoger bikin' li nehya Sinûnê ya bi ser Şengalê li hev kom bûn. Jın li suka Sinûnê gihiştin hev. Jinan bi cil û bergên xwe yên gelêrî  heta cihê şahîyê meş li dar xistin. Di meşê de jinan lîrand û dirûşmên "Jin jiyan azadî","Bijî Serok Apo" berz kirin.
 
Hûnermend Narînxan û Koma Stiya Nexşe û koma çanda hûnerê ya Şengalê û ya şanoyê amade bûn. Jinên ku tevlê pîrozbahiya 8'ê Adarê bûn kêfxweşî û hestên xwe anîn ser ziman.
 
'Em hêvî dikin ew ê hemû jin bigihêjin azadiya xwe'
 
Jina bi navê Emşe Elyas wiha got: "Em îro gelek kêfxweş in ji ber em 8 'ê Adarê pîroz dikin. Ez 8'ê Adarê li hemû jinên cihanê pîroz dikim. 
Me tu carê berîya fermanê 8 'ê Adarê pîroz nedikir. Niha ji bo me kêfxweşiyeke mezin e ku em wek jinên Êzidî 8'ê Adarê pîroz dikin. Ez cejna hemû jinên di destên çeteyên DAÎŞ'ê de ne jî pîroz dikim. Em hêvî dikin ku ew di demeke nêz de ji destên çeteyan rizgar bibin. Em bi hêvî ne ku ew ê rojên xweş were. Em hêvî dikin ew ê hemû jin bigihêjin azadiya xwe. Em bi saya fikrên Rêber Apo hatin vê astê. "
 
'Roja 8'ê Adarê roja têkoşînê ye'
 
Jina bi navê Canê Sileyman ku bi cilên xwe yên kurdî tevlê pîrozbahî bûye hestên xwe wiha anî ser ziman: "Di serî de ez 8'ê Adarê li hemû jinên cîhanê pîroz dikim. Em îro vê rojê taybet dibînin û ji bo jina Êzidî gelekî pîroz e ji ber ji nû ve pîroz dikin. Bi wê em serbilind in. Ji ber jina Êzidî xwe nas kir, jina Êzidî her tim wê vê cejnê pîroz bikin. Em hêvî dikin ku jinên Êzidî yên di destên çeteyên DAÎŞ'ê de ne bên rizgarkirin. Roja 8'ê Adarê roja têkoşînê ye."