Jinên kurd li Zorava 8`ê Adarê pîroz kirin

  • 14:05 9 Adar 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi dehan jinên kurd li taxa Zorava ya bajarê Şamê yê Sûriyê, tev li şahiya 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bûn.
 
Bi boneya 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li taxa Zorava ya bajarê Şamê yê Sûriyê şahî hat lidarxistin. Bi dehan jin û şêniyên taxê tevli şahiyê bûn. Li cihê şahiyê wêneyên şehîdên jin, wêneyên Rêber PKK'ê  Abdullah Ocalan û gelek pankart hatibûn daliqandin. Li ber stranên ku hatin gotin govend hat gerandin.
 
Jinên ku tevli şahiyê bûbûn ku bi paradîgmaya Rêber Apo xwe bi rêxistin kirin bal kişandin ser mafên jinan ku tê binpêkirin û gotin ku jin tucarî teslîm nabin û bûne meşaleya berxwedanê. 
 
Li taxa Zorava bi hezeran malbatên Kurd hene. Hikûmeta Sûriyê gelek caran derfet neda wan ku çalakî û şahiyan li dar bixin. Ji ber wê neçar dimînin ku di cihên biçûk û li herêmên dûrî çavên hikûmetê çalakiyên xwe pêk bînin.