Dîroka pîrozbahiya Newrozê ya Wanê diyar bû

  • 13:30 9 Adar 2020
  • Rojane
WAN -  Komîteya Amadekar a Newrojzê ya Wanê ji bo pîrozbahiya Newrozê ku wê bi dirûşma "Em ê tecîrîdê bişkînin, faşîzmê têk bibin û demokrasiyê ava bikin" bang kir. 
 
Rêxistina Partiya Demokratîk  (HDP) ya Wanê , bi nêzbûna 21'ê Adarê Cejna Newrozê civîn ji çapemeniyê re li dar xist. Di daxuyaniya ku li avahiya bajêr a HDP'ê li ser navê Komîteya Amedekar a Newrozê ve hat dayîn ji aliyê Şukran şen ve hat xwendin û hat diyarkirin ku ew ê Newrozê vê salê bi dirûşma "Em ê tecîrîdê bişkînin, faşîzmê têk bibin û demokrasiyê ava bikin" pîroz bikin.  Herwiha komîtyê diyar kir ku navnîşana pîrozbahiyê ya her salê li Qada Keleha Wanê li Parka Çandê tê lidarxistin jî nehatiye guhertin. 
 
Şukranê diyar kir ku ew ê Newrozê li Wanê di 21'ê Adarê di navbera 08.00-17.00'an de pîroz bikin û banga em agirê Newrozê bikin yek kir.
 
Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.