Meclîsa Malbatên Şehîdan Komeleya 'Maya' vekir

  • 12:58 9 Adar 2020
  • Rojane
QAMIŞLO - Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê ji bo xizmeta jinên ku nêzmirovên xwe di şer de winda kirine, komeleya bi navê 'Maya' bi şahiyekê vekir.
 
Bi pêşengtiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê, ji bo xizmeta jinên ku nêzmirovên xwe di şer de windakirine komeleya bi navê 'Maya'  li taxa Enteriyê a kantona Qamışloyê bi şahiyekê hat vekirin. Şahî bi beşdarbûna jinên tevahî sazî û rêxistinên jinan, şandeyek ji Rêveberiya Xweser, Kongreya Star û hevjînên şehîdan, pêk hat.  
 
Piştî deqeyek rêzgirtin a ji bo pakrewanên azadiyê, axaftin hat kirin.
 
Li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Wensa Çawîş axaftin kir û wiha got: "Wek hevjîneke şehîdan ez tevahî hevjîn û zarokên şehîdan silav dikim. Wek xizmên şehîdan pêwîstiya me bi komeleyek wisa hebû ku em bikarin pirsgirêkên xwe çareser bikin û pêwîstiyên xwe pêk bînin. Divê em weke jin destekê bidin vê komeleyê û hêza xwe bikin yek ji bo xwedîderketina li keda xwe. Ev demeke dirêj e amadekarî ji bo vê navendê dihat kirin, ji bo wê me xwest em fireh bikin û nirxên pakrewanên xwe tê de biparêzin. Ji bo şopandina doza pakrewana em ê xebatê xwe mezin bikin û soza xwe ji wan re nû bikin."
 
Li ser navê Kongreya Star Endama Rêveberiya Qada Civakî Gulîstan Elî li ser vekirina vê komeleyê wiha got: "Bi sedema van şer û pevçûnan em di rewşeke mirovî  pir zehmet de dijîn. Em dizanin teybet jin  dibin qurbaniya şer, ji ber ku jin bedelên giran dide, ger ku derûnî be yan jî parçeyek ji kezaba xwe di nava şer de winda bike. Vekirina  vê komeleyê ji bo xizmeta xizmên van mirovan ewqas bi rûmet, gaveke pîroz e. Em ê soza xwe ji bo wan nû bikin ku em di xizmeta gelê xwe de bin."   
 
Piştî axaftinan komele ji aliyê dayika Şehîd Dijwar Şewafa Mihemed ve hat vekirin. Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.