Jinên di Meşa Feminîst de hatin binçavkirin serbest hatin berdan

  • 11:10 9 Adar 2020
  • Rojane
STENBOL -  34 jinên ku duh êvarê di encama Meşa Şevê ya Feminîst de hatin binavçirin serbest hatin berdan.
 
Duh li Taksîma Beyogluya Stenbolê jinan di çarçoveya çalakyên 8'ê Adarê de 18'emîn Meşa Şevê ya Feminîst li darxistin û di encama êrîşa polîsan a bi gaza îsotê de 34 jin hatin binçavkirin.  Jinên ku hatin binçavkirin vê sibehê serbest hatin berdan.