‘Bi zext û tirsandinê delîlên sexte derdixin’

  • 09:09 9 Adar 2020
  • Rojane
EDENE - M.K ya 17 salî diyar kir ku di 17’ê Hezîrana 2019’an de polîsan bi ser mala wan de girtiye û ew binçav kirin û her wiha îdia kir ku rastî tehdîda polîsan a sîxurtiyê hatiye. M.K wiha got: “Îfadeya ku dan îmzekirin û nivîsandibûn tu rastiya wê tunebû. Bi zext û tehdîdê ez tirsandim. Rayedarên dewletê yên ku tu delîlek destê wan de tune ye, bir tirsandin û zextan delîlan derdixin holê.”
 
Li Edeneyê di 17’ê Hezîrana 2019’an de di serdegirtina malan de 35 endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê hatibûn binçavkirin. 9 kes hatin girtin û piraniya 26 kesî jî bi şerta kontrola edlî hatin berdan. Di wê pêvajoyê de jî zaroka bi navê M.K ya 17 salî jî hatibû binçavkirin û M.K îdia kir ku di bin çavan de rastî tehdîdê hatiye û pêşniyara sîxurtiyê lê hatiye kirin.
 
M.K bi lêv kir ku wê ferzkirina sîxurtiyê qebûl nekiriye û got gelek kesên din ên bi wê re hatiye binçavkirin rastî vê ferzkirinê hatine û wiha got: “Li Şaxa Zarokan ez bi malbata min hatim tehdîdkirin. Gotin ‘em ê te bavêjin girtîgehê’. Ji ber vê ez tirsiyam û min îftireyê bingeh kirin. Lê piştî şîdeta derûnî ez poşman bûm. Min dosya îfadeya xwe şûnde kişand. Piştî min wisa kir, tehdîda polîsan dîsa dest pê kir.”
 
Ji ber îfadeya wê 5 kes hatin girtin
 
M.K destnîşan kir ku ji ber îfadeya wê 5 kes hatine girtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev kes hîna bê sedem di girtîgehê de ne. Ji ber vê ez xwe nebaş hîs dikim. Min demekê di meclîsa ciwanan a HDP’ê de cih girt. Di 17’ê hezîrana 2019’an de bi ser malan de girtin. 35 kes hatin binçavkirin. Di bin çavan de tevî ez bi tesetur bûm, dest danîn ser laçik û gomlekê min. Gotin divê serê te vekirîbe. Ez xistim nezaretê. Di bin navê hevdîtina bi dozger re ez xistim hevdîtinê. Min du caran red kir û ya sêyem de ez birim û gotin bibe îtîrafkar. Ez bi malbatê tehdîd kirim. Li ser vê ji bo îfadeyê ez dam zorê.”
 
M.K di berdewamiyê de daxuyakirin ku di bin çavan de polîsên taybet çûne cem wê û got: “Polîsan gotin ‘îfadeya der barê van kesan de îmze bike. Mereq neke tişt nabe’. Zexta derûnî kirin. Ez neçar mam.Roja din bi şerta kontrola edlî hatim berdan. Di 19’ê hezîranê de li me geriyan û gotin were telefona xwe bigire. Ez çûm emniyetê. Kaxizek dan min û gotin vê bi nivîsa xwe binîvise. Gotin tu nenivîsî wê tiştên xerabtir bibin. Yanî xebatên legal jî îlegalîze dikin. Tu xebateke ciwanan a îlegal tune bû. Di bin sîwana meclîsa ciwanên HDP’ê de xebat dimeşandin. Ez îfadeya xwe şûnde dikşînim. Tu sûc û gûnehê hevalên min tune ye. Wijdanê min qebûl nake. Min xwest ez bi daxwaza xwe îfadeya xwe bikşînim.”
 
‘Ez ê serî li ÎHD’ê bidim’
 
M.K di berdewamiyê de wiha got: “Polîs rojek berê li min geriya. Gotin dixwazin bi wê re biaxivin. Beriya rûniştina 12’ê Adara 2020’an geriyan. Min ev red kir. Ji bo vê zextê teşhîr bikim jî min biryar da ku ji çapemeniyê re baixivim. Ji 30’ê Çileyê 2019’an heta niha di bin tehdîdê de bûn. Ez di 30’ê Çileyê de birim îfadeyê. 7 polîs li odeyê bûn. 5 deqeyan berdewam nekir. Ez birim odeyek din. Sê polisan zext li min kirin. Min red kir. Ez her tim din bin şopandin û tacîzê de bûm. 4 meh berê wesayîtekê riya min birî. Polîsan gotin ‘tu dixwazî hevalên te xilas bibe divê tu alîkarî bidî me’. Min hewl da bi telefonê qeyd bikim. Lê ferq kirin. Ez hema ji wesayîtê peya bûm. Ez ê der barê tehdîd û tacîza polîsan de serî li ÎHD’ê bidim.”
 
M.K di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Tu rastiya îfadeya bi min dan nivîsin tune ye. Ez zaroka 17 salî bi zext û tehdîdê tirsandim. Ji ber ez tirsiyam niha 5 hevalên min girtî ne. Ez bi wijdanî vê qebûl nakim. Ez tu carî serî natewînim.”