ROJEVA 9'Ê ADARA 2020'AN

  • 09:00 9 Adar 2020
  • Rojev
* Jina nivîskar a bi navê Dicle Şêxo  ji kantona Efrînê ye, bi pênûsa xwe ya zêrîn pirtûkan dinivîse,  li ser xebata xwe ya nivîskariyê wiha dibêje: " Em ê bi pênûsa xwe êş û berxwedana gelê xwe binivisînin, nivîsandin serkeftina min a herî mezin e. " DÎMEN HEYE
 
*Li Rojhilata Navîn bi taybetî jî li Rojava bajarê Idlîbê şer  her ku diçe giran dibe têkîldarî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Idlîbê û tecrîta li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan parlementera HDP'ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş nirxandin kir. BI DÎMEN
 
*Fatma Yurdaur a ku 11 sale kulîlka sosinê difroşe, hewl dide bi vê debara 4 zarokên xwe bike. Fatma pitika xwe ya biçûk li pişta xwe dike û tevî şert û mercên hewayê jî li kolanan sosinan difroşe û bang li rayedaran kir ku rewşa wê bê dîtin.  BI DÎMEN
 
*M.K ya 17 salî diyar kir ku di 17’ê Hezîrana 2019’an de polîsan bi ser mala wan de girtiye û ew binçav kirin û her wiha îdia kir ku rastî tehdîda polîsan a sîxurtiyê hatiye. M.K wiha got: “Îfadeya ku dan îmzekirin û nivîsandibûn tu rastiya wê tunebû. Bi zext û tehdîdê ez tirsandim. Rayedarên dewletê yên ku tu delîlek destê wan de tune ye, bir tirsandin û zextan delîlan derdixin holê.” BI DÎMEN
 
*Neslîhan Ataş ya bi teknîka kişandina, oto portre dixebite xebatên xwe di pêşangeha bi navê ‘Bandora perperok’ de tîne gel hev. Neslîhan wiha dibêje: “Min dest bi başkirina wênekêşiya xwe kir, wênekêşiyê jî ez baş kirim.”