Li Enqereyê di 13'emîn Meşa Feminîst de bi sedan jin meşiyan
- 22:28 8 Adar 2020
- Rojane
ENQERE - Di 13'emîn Meşa Feminîst a li Enqereyê de jin li dijî şer û dagirkerî û kedxwariyê li Kolana Skaryayê meşiyan.
Di 13'emîn Meşa Feminîst a li Enqereyê de jin li dijî şer, dagirkerî û kedxwariyê li Kolana Skaryayê bi pankarta "Em belaya serê Priyarkaran e û di serhildanê de ne" meşiyan.
Jinên ku heta Qada Skaryayê meşiyan li wê daxuyaniyeke hevpar dan .Daxuyanî bi kurdî, erebî û bi tirkî hat dayîn. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Em ê li dijî êrîşên ku ji çar hêlê cîhanê bi ser me de tên bi têkoşîna xwe ya feminîst a li çar hêlê cîhanê berdewam dike bi ser kevin. Em ê partriyrkariyê têk bibin. Me serî netewand û em natewînin. Wê têkoşîna me berdewam bike. Bijî hevkariya feminîst."
Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.